Kayıtlar

Ekim, 2024 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Xemgînîya Tenêtîyê-Furûx Ferrûxzad

Resim
  Li pişt şibakê berf dibare Li pişt şibakê berf dibare Destek tovê xemê diçîne Di bêdengîya dilê min de.   Pîştî te wisa dawîya jiyana min dît Spî bû porê te, hey berfê Lê tu li dilê min barîyayî Ne li ser gora min.   Wekî şexakî, diricife laşê min Ji sermaya tenêtîyê. Tirsnakîya tenêtîyê Xwe berdide li tarîtîya dilê min   Êdî tu germ nakî dilê min, Evînê Hey tava qerisî Dilê min çola bêhivîtîyê ye Westîyayî me, ji evînê westîyayî.   Hey şeytana xapînok, helbest Bişkoka dilşa ya te jî hişk bû, Dawîya dawîn hişyar bû Giyana min ji vê xewa xembar.   Ji vê pê de min li çi mêze kiribe Min şeraba hestbir dît. Çi heyfe ku tişta ez li digeriyam Xeyala xewnekê bû.   Xwedayo, derîyê dojehê webike bo min Ez ê heta kengê veşêrim di dilê xwe de Hewesa germahîya dojehê Min pir dît tava ku li rojava diçe ava Lê çi heyf e li bakûr vemirî Tava min a ku ti car nediçû ava.   Jê pê ve ez li çi digeriyam Jê pê ve ez çi çavderî dikim? Barandi...

min dilek tune - Küçük İskender

Resim
Êdî min dilek tune gava ji te re giriyam Gava li te fikirîm êdî min dilek tune  Gava ji yekê re behsa te dikim lê naxe dilê min Dilê min li naxe gava te di xewn de dibînim Min bi ya te kir, êdî min dilek tune Min dilêva lîstikekê de da zarokekî Min girt û avêt ber kûçikekî beredayî ji bo zikê xwe pê têr bike Min li ser avê  wek perçê qermîtî pekinand Û ez sekinîm bo binav bibe Ez sekinîm keştîyeke şewitî çawa Bi girîn binavbibe. Min bi ya te kir, êdî min dilek tune  Êdî min dilek tune gava min li wêneyên kevn nêrî Gava bêrîya te dikim  Min dilekî jibermayî tune. Tune.

Çavên Te Di Çavên Min de - Ümit Yaşar Oğuzcan

Resim
  Qey tim wisa zarokane dinêrin çavên te? Qey tim wisa roniyeke dûr tê de vêdikeve? Di çavên te de tişteke ku bêhna min pê derdikeve heye Wek ku li qeraxa behrên herî sekan bim Bibawanek im niha li lîmana te Ji bahozan hatim tê de bêhna xwe didim Naxwazim ev sekan, ev bêdengî qet biqede Bila demên herî bêhempa li cem te derbas bibin. Qet negire çavên xwe, bila kêm nebe ronîya te Rojên min, ronîya min, kêzika hevrîşmî ya min, Kulîlka min a dawî ya li bexçeya payîzê vebûyî Bila dilê min ê rawestî bi te nasneke xemê Çavên xwe yên sekane dûr nexe ji çavên min Wan çavên xwe yên sekane, bêderew, çavên xwe yên tenha.

Ez Spasîya Te Dikim-Ülkü Tamer

Resim
  Ez spasîya te dikim, te ez maçî kirim Dema ez raketî bûm, ji enîya min te ez maçî kirim Hênikayîyê li daristanokan xist, rih ket banîyên min Tu, rovîyek şîn bûyî, li hespek şîn siwar bûyî Ez, belkî do miribûn, belkî jî hefteya çûyî. Tu ji min re pir xweşik bûyî, pîyên te jî.

Sylvîa-Asuman Susam

Resim
    Ez bi qasî te xemgîn im Sylvîa¹ Lê berê xwekuştinê  Mina baranê  tim didim axê Bo şîn bibin giyayên min ên sehalî.   Gotina min a xama, biçiriya dê baş bûya Bêhna xwîna hişk tê ji her derê min Qey min dilê xwe yê qetandî dirûtiye loma Tim qala xemeke veşartî kiriye min   Ji çolê hez kir Sîsîphosî Ax, ew wehaya nenasîyê dide nasîn Gelo ceza, dibe ku şadîyeke bêhêvî be Te li ber hêvîyên bedbext neda Di vir de şaşîyek heye gelo Min dît Bendev sawîneke çawa ye Tim serserkî ye... Di nav min û valahîyê de henekek e ev Sylvîa, bişirîna xwe veneşire Provayên mirinê tim komîk in  Cerek jî  r exnegirekî Navê min   û te bi hev re hildabû Mehda jinike aşerte heye bi min re Dibe tişteke mîna şekirê veşartî be ev Li xwe mikur têm haya min jê tune bû Bi rastî ez û tu qet naşibin hev Ez hînê xerîbîyê bûm Mîna xuşktîya cirnexweşîyê û bêaramîyê Di alîyekî de em ji hev ra nas in Divê qebûl bikim vê yekê.   Ji ber ku min dest pê kiriye, vê yekê jî veb...

Li Herî Rojhilatê Dilê Min-Didem Madak

Resim
    Min qanûna evînê xwendibû li herî rojhilatê dilê xwe Di hundirê min de çend gund çûne diaya baranê Çend gund di bin avê de ne. Rojhilata dilê min Zarokek bû ku li her nîgarî roj xêz dikir Kerwanên barê xemê dimeşiyan li ser lêvên min Gulxweyî û qelişî bû axa lêvên min. Ji mirinê wêdetir gundek hebû Li wir, li dûr, li herî rojhilatê dilê min. Niha tenê ji min re Evîneke yekalî ma ye ku min di stranên xemgîn de bihîstîbû. Hişê min her sal diferikiya, cehşek spî dianî Lê westiyayî bû Ji ber ku bênavber, bênavber ber bi bîranînê we dibeziya. Li rojhilatê dilê min dinyayeke derewîn hebû. Ya okyanosên wê ne şîn bûn. Jiyan bo min jiyan Mêrikek bû ku dilê wî ji ber sextekarîyê piştî çil salan derketibû Paşeroja min diêşe niha, tenê ne ya min Mînak paşeroja welatê min jî diêşe. Jixwe min dizanibû biharan herî pêşî darbehîv kulîlk didin. Min keçên mirtib ên gulfiroş nas dikir Wan îro, bi pereyê gulekê Difrotin hemû zeman. Ger lawikî ji keçikê re gulek bisenda Min dizanibû ew e dema ...

Îlon-Haydar Ergülen

Resim
  Jin diçe û dibêjin helbest e ev Jin diçe û şa’irek çêdibe ji vê (Ez dizanim ji kîjan jinê bûme şa’ir) Heke “Li her derê behsa qedandina havînê tê kirin” Behsa çûyîna jinê jî li her derê tê kirin Jin ku ve biçe jê wek helbest tê behskirin Çûyîna jinê qedandina havînê ye, li her derê Havîn diqede ger jin biçe, helbest e dawîya vê Dawîya havînê helbest e, helbest e dawîya evînê... Bajar bi hemû taxên xwe li pey havînê bikeve Jê sûd digire evîn û dirêj dibe havîn Li pey havînê bajar, li pey jinê helbest Wisa diçin heta taxa îlonê Ji pûşperê di şevekê de çûbûm heta îlonê Îlon havînê hatibû terikandin û helbest pûşperê Hat terikandin ji hêla jinê ve, ji çîrokekê re. Hamû law bo helbestê diterikînin dayê Ger min biterikîne ew jin ez ê bibim şa’ir Min neterikîne jina jê re bûm law Helbest e tê gotin, havîn e diqede, jin e   diçe   Jin hemû, helbestê diterikînin ji jinekê re.