Sylvîa-Asuman Susam





 
 
Ez bi qasî te xemgîn im Sylvîa¹
Lê berê xwekuştinê 
Mina baranê tim didim axê
Bo şîn bibin giyayên min ên sehalî.
 
Gotina min a xama, biçiriya dê baş bûya
Bêhna xwîna hişk tê ji her derê min
Qey min dilê xwe yê qetandî dirûtiye loma
Tim qala xemeke veşartî kiriye min
 
Ji çolê hez kir Sîsîphosî
Ax, ew wehaya nenasîyê dide nasîn
Gelo ceza, dibe ku şadîyeke bêhêvî be
Te li ber hêvîyên bedbext neda
Di vir de şaşîyek heye gelo
Min dît
Bendev sawîneke çawa ye
Tim serserkî ye...
Di nav min û valahîyê de henekek e ev
Sylvîa, bişirîna xwe veneşire
Provayên mirinê tim komîk in 

Cerek jî rexnegirekî
Navê min  û te bi hev re hildabû
Mehda jinike aşerte heye bi min re
Dibe tişteke mîna şekirê veşartî be ev
Li xwe mikur têm haya min jê tune bû
Bi rastî ez û tu qet naşibin hev
Ez hînê xerîbîyê bûm
Mîna xuşktîya cirnexweşîyê û bêaramîyê
Di alîyekî de em ji hev ra nas in
Divê qebûl bikim vê yekê.
 
Ji ber ku min dest pê kiriye, vê yekê jî vebêjim
Min di neynika mezin a helbestê de ji rûyê xwe 
Hez nekir
Ger neynika berîkê ya dilketîyê min
Ez li her derê bigerandama
Dema ji şewata enîya min maçi kir
Mîna hinarê bêdendik bela bûbûma
-bûbûma, -mûbûma
Ji van yek jî nebû
 
Ez niha di ber çûna kela şîr de bi xayis
Di ber çavan re derbas dikim hemû zebera xwe
Diyar e Sylvîa, bi cih nabim di vê fanosê de
Asûmana Xalib...² Ew cuda ye
Ez xwe hildiweşînim
Ne dixwazim bibim şewqa avê³
Ne jî Ofelyaya zilamekî⁴
Yan jî lerza giyanê...
Şînîya te, herî cuda ye.
 
Ez li ber kanîyekê me, ku min xwe tê de ji bîr kiribû⁵
Li demsalên zarokatîya xwe temaşe dikim
Tiştên min digot qey dê neyên bîra min
Li wir her yek çîrokeke nû ye...
Min benê bîra xwe berda
Ez li rastekî yekpare me Sylvîa
Ev alûbûna di nav min û jiyanê de
Di be kû şahîyeke xêtikî be.


1 Sylvîa: Sylvîa Plath

2  Pêtekî findê can heye ku
   Bi cih nabe di fanosa ezmên de
Şeyh Galip(Şêx Xalib)
3 Behsa Narcisûs dike.
4 Ofelya, yek jê lehengên Hamletî ye. Xwe davêje avê û dimire. 
5 Hz. Ûsiv

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Kafka - Xeynî navê te nikarim tiştekî binivîsim

Milena Jesenská - Kafka Mir