Çavên Te Di Çavên Min de - Ümit Yaşar Oğuzcan

 




Qey tim wisa zarokane dinêrin çavên te?
Qey tim wisa roniyeke dûr tê de vêdikeve?
Di çavên te de tişteke ku bêhna min pê derdikeve heye
Wek ku li qeraxa behrên herî sekan bim
Bibawanek im niha li lîmana te
Ji bahozan hatim tê de bêhna xwe didim
Naxwazim ev sekan, ev bêdengî qet biqede
Bila demên herî bêhempa li cem te derbas bibin.
Qet negire çavên xwe, bila kêm nebe ronîya te
Rojên min, ronîya min, kêzika hevrîşmî ya min,
Kulîlka min a dawî ya li bexçeya payîzê vebûyî
Bila dilê min ê rawestî bi te nasneke xemê
Çavên xwe yên sekane dûr nexe ji çavên min
Wan çavên xwe yên sekane, bêderew, çavên xwe yên tenha.


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Kafka - Xeynî navê te nikarim tiştekî binivîsim

Milena Jesenská - Kafka Mir

Sylvîa-Asuman Susam