min dilek tune - Küçük İskender
Êdî min dilek tune gava ji te re giriyam Gava li te fikirîm êdî min dilek tune Gava ji yekê re behsa te dikim lê naxe dilê min Dilê min li naxe gava te di xewn de dibînim Min bi ya te kir, êdî min dilek tune Min dilêva lîstikekê de da zarokekî Min girt û avêt ber kûçikekî beredayî ji bo zikê xwe pê têr bike Min li ser avê wek perçê qermîtî pekinand Û ez sekinîm bo binav bibe Ez sekinîm keştîyeke şewitî çawa Bi girîn binavbibe. Min bi ya te kir, êdî min dilek tune Êdî min dilek tune gava min li wêneyên kevn nêrî Gava bêrîya te dikim Min dilekî jibermayî tune. Tune.