Payîz - Rainer Maria Rilke

 



Xwedêyo, wext e êdî. Ezamet bû havîn. 
Sîya xwe bi ser taverojê ve berde
Bayê bi ser mêrgan ve.

Bifermîne bila bistewin fêkîyên dereng
Du rojên din jî bi de wan, ji rojên başûr ên germ
Wan bide zorê ber bi gihandinê ve
Bila derbasî şerabê bibe çêja wan.

Bêwar, êdî çênake ji xwe re warek,
Tenê ye, bi tenê dimîne demeke dirêj;
Şîyar dibe, dixwîne, nameyên dirêj dinivîsîne,
Dema pel diweşin 
Bi tirs digere di bin daran de, bi vir ve û bi wir ve.






Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Kafka - Xeynî navê te nikarim tiştekî binivîsim

Milena Jesenská - Kafka Mir

Sylvîa-Asuman Susam