Milena Jesenská - Kafka Mir
Pêr, li Sanatoryuma Kierlingê ya nêzî Klosterneuburga banliyoya Vîyanayê, nivîskarê Alman Dr. Franz Kafka, ku li Pragê dijiya, mir. Ji ber ku kesekî nedişibiya ti kesî, li vir kesên ku wî nas bikin kêm bûn, mirovekî gelek zana bû û ji jiyanê dibizdiya; bi salan bû ji cegerê nexweş bû, nexweşîya xwe derman dikir, lê li aliyekî din bi zanebûn nexweşîya xwe xurt dikir û bi fikrê xwe ew diparast. Di nameyekê xwe de, "Gava giyan û dil nikaribin di bin êşê de rabin, qet nebe ji bo ku êşê wekhev bigirin, nîvê giranîyê ciger digire xwe." nivîsandibû, nexweşîya wî eynî wisa dest pê kiribû. Û hema bêje narînîyeke derasayî, tekûzîyeke fikrî ya ku bi aweyekî muhteşem tawîz nedida, dabû wî; bi morovîya xwe, tirsa entelektuel ya li hemberî jiyanê dabû ser pişta nexweşiya xwe. Kesekî şermok, bizdok, sernerm û baş bû; lê pirtûkên dilkevir û dilêş nivîsandin. Li gorî wî dinya, bi rihên xerab yên ku bi çavan nayên dîtin û mirovên bêparêz hûr û tune dikin, dagirtiye. Ji bo jiyana xwe bidomîne, zêde dilbêj û zêde zana bû, ji bo ku li hemberî zeafên kesên xweşik û biesl bikaribe têbikoşe, zêde bêhêz bû; ji wan kesên ku nayên fêmkirin, nayên hezkirin û ji ber ku ji derewên fikrî ditirsin loma xwe dûr didin nebû, ji wan kesên ku ji serî ve dizane bêhêz e, gava di şerekî de têk biçe dizane ku dê dilê dijminê xwe bihêle loma ji şer û pevçûnan direvin, yek bû.
Mîna mirovên bi heztîyareke mezin ji însan fêm bike, wî mirov nas dikirin, tenê bû û kesên li hemberî xwe, ji nîşaneyeke piçûk a li ser rûyê wan heçko sarafek be tê derxist ku çi mirov in. Wî dinya bi awayekî kûr û jiedetêder nas dikir, ew bi xwe jî dinyayeke kûr û jiedetêder bû. Wî, pirtûkên herî girîng ên ku ji wêjaya Almanî ya ciwan tên hesibandin, nivîsandin; di van pirtûkan de bi awayekî ji gotinên mezin xwe dûr bide, qala nelihevkirinên(gêlegêla) ciwanên îroyîn dike. Wisa rastîn, xalî û êşdar in ku bi sembolî bin jî, bandoreke xwazayî li mirov dikin. Pirtûkên wî bi tinaz û şaşmîtîya kesê ku dinya bi hemû rûtîya wê dîtiye, loma pê tebat nekiriye û xwestiye bimire, tijene. Nexwestiye xwe bi paş ve bikêşe û mîna kesên ku, xwedîyê namûsê bin jî, bi şaşîtiyên derhişî xwe biparêzin nekiriye. Dr. Franz Kafka, çîrokên bi navê fragmana Agirker, Darazîya ku qala gêlegêla nifşan dike, Veguhestina ku berhema herî girîng a wêjeya Almanî ya nûjen e, Kolonîya Tewanê, Bijîşkekî Gundn û Çavdêrî nivîsandine. Romana wî ya dawî Doz, hê manuskrîp e, bi salan e ji bo weşandinê hatiye amedekirin. Gava tê xwendin, ji wan pirtûkên ku dinyayê bi her awayî dide naskirin yek e, mirov pêdivî nabîne tenê gotinek be jî lê zêde bike. Pirtûkên wî hemû, qala wehşeta şaşfêmkirên veşartî û sûcên mirovan ên ku neqewimîne dike. Ew, hunermend û mirovekî xwedî rihekî nazenîn ê derasayî bû, wisa, li cihê ku kesên bi qasî wî ne hesas, xwe di ewlehîyê de didîtin, wî hin tişt hîs dikirin.


Yorumlar
Yorum Gönder