Rosa Luxemburg- Berdilkê Min
Yarê min, berdilkê min, dilpakê min, sernermê min ê yekta! Min bersiva azirandina te neda! Ez lawaz in, nikarim ji te bixeydim. Tu niha çiqas baş î lê ez ê ti carî ji rûyê hêrsa te, te efû nekim, çimkî ez bawer in, gava em dîsa bigihîjin hev, di nav hefteyekê de be jî, tu yê dîsa hêrs bibî, ez ji vê emîn im. Min ji dilê xwe çend caran pirsî, lê na nabe, nikarim te efû bikim, min heyfa xwe nestendiye, nabe ji bîr bikim. Pir lawaz im, sedem hinek fîzîkî ye: tenê hebûna te dikare bi min baştir bide hîskirin. Lê bi xwe ve têm, hêdî hêdî baş dibim. Ji ber çi ye nizanim, bi ti awayî nikarim tiştên ku dixwazim ji te re bibêjim li ser kaxizê binivîsînim, gelek tişt hene divê jê were behskirin. Ez êdî bûme keseke gelek giran û gelek caran li ser jiyana te, li ser jiyana xwe difikirim. Ez ev qas bêhal im ku pênûs ji nav tilîyên min dişeqite û dikeve. Piştî ku ez ji te re nameyek dinivîsim, dikevim halê nîvmirîyekê, divê ez hêza xwe ya mayî ji Bernsteinê re bihêlim. Min do reşenivîsara ewil...