Li Herî Rojhilatê Dilê Min-Didem Madak

 



 

Min qanûna evînê xwendibû li herî rojhilatê dilê xwe

Di hundirê min de çend gund çûne diaya baranê

Çend gund di bin avê de ne.

Rojhilata dilê min

Zarokek bû ku li her nîgarî roj xêz dikir

Kerwanên barê xemê dimeşiyan li ser lêvên min

Gulxweyî û qelişî bû axa lêvên min.

Ji mirinê wêdetir gundek hebû

Li wir, li dûr, li herî rojhilatê dilê min.

Niha tenê ji min re

Evîneke yekalî ma ye ku min di stranên xemgîn de bihîstîbû.


Hişê min her sal diferikiya, cehşek spî dianî

Lê westiyayî bû

Ji ber ku bênavber, bênavber ber bi bîranînê we dibeziya.


Li rojhilatê dilê min dinyayeke derewîn hebû.

Ya okyanosên wê ne şîn bûn.

Jiyan bo min jiyan

Mêrikek bû ku dilê wî ji ber sextekarîyê piştî çil salan derketibû

Paşeroja min diêşe niha, tenê ne ya min

Mînak paşeroja welatê min jî diêşe.

Jixwe min dizanibû biharan herî pêşî darbehîv kulîlk didin.

Min keçên mirtib ên gulfiroş nas dikir

Wan îro, bi pereyê gulekê

Difrotin hemû zeman.

Ger lawikî ji keçikê re gulek bisenda

Min dizanibû ew e dema herî sotî.

Li herî rojhilatê dilê min dinyayeke derewîn hebû

navê evînê lê kiribûn.


Yek dilê helbestvan bişkîne

Ew jî diçe risteyeke dirêj qet dike

Dizanim kî destê xwe bide helbestê

Dê şîlek di destê wan re here.

Dizanim dem, saz nake risteya şikestî

Jixwe westîyayî me ez

Ji ber bênavber li rêzbendek xurt digeriyam ji xwe re.


Min qanûna evînê xwendibû li herî rojhilata dilê xwe

Wek hêlekanên vala bi çirînî ez axivîm bi tarîyê re

Wek pisîngan bi miremir. 

Weke sandaleke sor

Min dilê xwe berda nav behra eraqê,

Li kuçeyên paş bi serxoşî ez bi tarîtiyê re axivîm. 


Ez bi kefa destê xwe re axivîm

Wek kesên dibêjin Xwedê mezin e

Wek biskufîtên zimanê pisîngê bi pasteyeke re biaxivin

Nerm û bikrema axivîm pê re.

Biharan lîlekan vedikir li stûyê min

Ez mor û pembe axivîm bi tarîyê re.

Ez kevanekek bûm ku bi şev vedibe û bi roj tê girtin 

Gotin hebûn di hundirê min de, bi kêrî tiştan nedihatin

Ez bi gotinan axivîm bi tarîyê re.

Berê gotin tunebûn li herî rojhilatê dilê min

Gotin...

Kindireke donekî bû ku bi kêrê fesandina xemê dihat.






Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Kafka - Xeynî navê te nikarim tiştekî binivîsim

Milena Jesenská - Kafka Mir

Sylvîa-Asuman Susam