Kafka - Xeynî navê te nikarim tiştekî binivîsim
Prag, Yekşem.
Milena, Milena, Milena... Xeynî navê te nikarim tiştekî binivîsim. Lê divê binivîsim! Îro şaşwaz im, betilî me û bê te me Milena. (Tu yê sibehê jî ne li cem min bî.) Ez ê çima ne bêmecal bim? Ji ber ku nexweş im, ji min re dibêjin, şeş meh tiştek neke, rojên xwe vala derbas bike. Lê ji van rojan, tenê çar rojan dibexşînin min. Ji van çar rojan jî, ji yekşemê û sêşemê hinek didin, serê sibehê û êvarê jî ji min distînin. Milena, ji ber ku ez baş negihiştime tenduristîya xwe, sûcê min e qey? (Ez vana di guhê te yê çepê de dibêjim. Tu piştî rawestandineke şîrîn, di xeweke kûr re çûyî. Em di nav nivîneke kevn de ne, ji rastê li alîyê çepê vedigerî hêdî hêdî, ber bi lêvên min ve...)
Rêwîtîya min çawa derbas bû? Ez qal bikim: Ji ber ku min li stasyonê rojname nedît, min bazda derve, vê yekê kêfa min jî anî, lê tu ne li wir bûyî, tu çubûyî. Min got, beş e, divê wisa bûya. Bi dû re ez vegeriyam tirênê, em li rê bi rêz bûn, min dest bi xwendina rojnameyê kir. Her tişt divê çawa bûya, wisa bû...
Bîstek din, min dev ji xwendinê berda, êdî tu ne li cem min bûyî... Helbet tu li cem min bûyî, min ev yek bi hemû hebûna xwe hîs dikir, lê ev yek ne dişibiya nêzîkatîya wan çar rojan... Divê ez hînî vê rewşê bûbûma. Min dîsa dest bi xwendinê kir. Min ji rojnameyê rojnivîska Behr dixwend; behsa warekî li Greinê dikir. Gava min nivîs qedand, min li derve nihêrî, li ser vagoneke ku bi alîyekî din ve diçû Grein nivîsandî bû! Kesê ku li hemberî min rûniştî bû, hejmara "Narodni Listy" ya yekşemê çûyî dixwend. Pişt re nivîseke Ruzena Jesenka ket ber çavên min, min ji zilam rojname xwest; min hinek çav lê gerand, bi dû re dev jê berda; rûyê te yê gava ez vexêr dikir hat bîra min, ez jî bi wî rûyê te re rûniştim. Rûyê te, bûyereke xwezayî ya ku ez ê qet ji bîr nekim bû, Milena, li stasyonê. Heçkû rojeke ne ji ewran, jixweber sîber bûbe, bû.
Ez êdî çi bêjim? Ser û dest, guh nadin min.
Bi hezkirin.
Ez ê di derheqê vê rêwîtiya xweşik de, sibehê binivîsim ji te re.

Yorumlar
Yorum Gönder