Îlon-Haydar Ergülen
Jin diçe û dibêjin helbest e ev
Jin diçe û şa’irek çêdibe ji vê
(Ez dizanim ji kîjan jinê bûme şa’ir)
Heke “Li her derê behsa qedandina havînê tê kirin”
Behsa çûyîna jinê jî li her derê tê kirin
Jin ku ve biçe jê wek helbest tê behskirin
Çûyîna jinê qedandina havînê ye, li her derê
Havîn diqede ger jin biçe, helbest e dawîya vê
Dawîya havînê helbest e, helbest e dawîya evînê...
Bajar bi hemû taxên xwe li pey havînê bikeve
Jê sûd digire evîn û dirêj dibe havîn
Li pey havînê bajar, li pey jinê helbest
Wisa diçin heta taxa îlonê
Ji pûşperê di şevekê de çûbûm heta îlonê
Îlon havînê hatibû terikandin û helbest pûşperê
Hat terikandin ji hêla jinê ve, ji çîrokekê re.
Hamû law bo helbestê diterikînin dayê
Ger min biterikîne ew jin ez ê bibim şa’ir
Min neterikîne jina jê re bûm law
Helbest e tê gotin, havîn e diqede, jin e diçe
Jin hemû, helbestê diterikînin ji
jinekê re.

Yorumlar
Yorum Gönder