Milena - kêm maye dîn bibim
Ji ber ku min bi Almanî nenivîsand, lê borîna xwe dixwazim, ji ber ku min hûn eciz kirine jî li min biborin, lê dest û nigên min li hev ketine; tu dibêjî qey hişê min, mêjîyê min sekiniye... Tu tiştekî bandor li min nake êdî, heçku hestên min kor bûne. Fam nakim ji tiştên ku tên gotin, ji tu tiştekî fam nakim. Di van rojên dawî de bûyerên gelek xirab qewimîn, dîsa jî nayên bîra min. Heke werin bîra min, divê ez xwe bikujim, tenê vê yekê dizanim. Ji ber çi, çima, çima, çawa qewimîn ev tişt? Dixwazim qala xwe, qala jiyana xwe bikim, lê kêrî çi tên? Nameya wî li ber min e, tiştekî kujinde dixwaze ji min, "Ji min re nenivîse," dibêje, "ji bo em hev nebînin çi ji destê were bike... Tenê vê daxwaza min bîne cih, belkî wê çaxê ez ê bikaribim hêza jînê di xwe bibînim, heke na dê her tişt, her tişt biqede." Ji min çi tê? Ceger nakim ku tenê gotinek binivîsim, jê tiştek bipirsim; tew, ez nizanim jê çi bipirsim jî! Nizanim. Tiştê ku ez naxwazim bizanibim çi ye gelo? Ez vê y...