Pêşek - Metin Altıok
Laşê min dicemide, dilê min dinale
Spîndarno, ax spîndarno!
Spîndarno, ax spîndarno!
Wan ez bi meqesek hov
Ji wêneyekî kevn qewitan.
Li wir ma palûçekî min
Di valahiyê da xwe çêdike.
Li ser milê min destekî jêkirî
Hê jî bêsekan xwînî dibe.
Spîndarno, ax spîndarno
Êşê daye pey min,
li min difîke.

Yorumlar
Yorum Gönder