Rapûnzel
Berê,
jinek û mêrek hebûn. Ev demeke dirêj bû ku wan zarokek dixwest lê zarokên wan
çênedibû. Jinê rojek bi hêvî got Xwedê dê zarokek bide min. Li pêşt mala wan
şibakek hebû. Dema ji şibakê li derve mêze dikir, giyayên bêhnxweş û kulîlkên
herî xweş ên cîhanê didîtin. Lê dora baxê dîwar hebû û kes nediwêrîya ku
têkeve. Çimkî ev bax, ya cehdîyekê bihêz bû ku her kes jê ditirsîya. Jinê,
rojek ji rojan ji şibakê li wê baxê mêze kir. Li zêvîyek giyayê zimanê gamêşê
şîn bibû, giya wisa xweş û teze xuya dikir ku dilê wê çû. Ji wê rojê pêve kengê
lê mêze dikir dilê wê diçû. Lê ji ber ku dizanîya dê nikare bixwe wek gulek
diçilmisîya, roj bi roj lawaz dibû. Rih di rûyê wê da nemabû.
Mêrê
wê li rewşa wê mêze dikir û dilê wî pê dişewitiya. Jê pirsî, “Çiyê te heye,
Xanima min?” Wê jî bersivand û got, “Ez dibêjim qey ez wê gîyayê nexwim ez ê
bimirim.” Wê çaxê mêrê wê di ber xwe da got, “Ger tu naxwazî xanima te bimire,
çi dibe bila bibe divê tu herî û jê ra wê gîyayê bînî.”
Gava
bû şev û dinya tarî bû, rapelikiya dîwar û xwe avêt baxê. Bi lez qewdek giya
çînîya û bir ji xanima xwe ra. Wê jî kir salete û bi kêf xwar. Lê jê têr nebû û
roja dû dilê wê pirtir ew giya xwest. Mêrik, ji bo dilê wê naêşe dîsa hilpekîya
dîwar. Xwe avêt baxê. Ji ber ku bi
cehdîyê ra rû bi rû ma tirs ket dilê wî, di cihê xwe da matma. Cehdîyê bi hêrs
jê ra got, “Ev wêrekîya te ji ku tê? Tû çima wek dizan ketî nav erdê min? Tu yê
bibînî, ez ê feleka te li serê te şaş bikim!” Mêrik, bi dengekî nizm û bi şermokî
got, “Bibore, ez mecbûr bûm ku bikevim baxê te. Dilê jina min diçe giyayên te.
Ger nexwe dê bimire.”
Pê
ra dilê cehdîyê nerm bû û got, “Madem wisa ye, ez ê bihêlim tu giyayên min
biçînî. Lê şertekê min heye. Gava zarokê we çêbibe tu yê wê bidî min. Ez ê wek
dayikeke baş, lê mêze bikim.” Mêrikî, ji tirsan qebûl kir.
Gava
zarokê wan çêbû cehdî derket û hat. Navê Rapûnzel lê kir û ew bir.
Rapûnzel,
zarokek xweşik û delal bû. Gava ket dozdeh salîya xwe, cehdîyê ew li qûleyek
bilind heps kir. Lê ne derîyên wê qûlê hebûn ne jî derencê wê. Tenê li herî
jorê şibakeke biçûk hebû. Cehdîyê dema dixwest bikeve qûlê di got,
Rapûnzel,
Rapûnzel,
Rapûnzela
delal,
Porê
xwe berde xwar.
Porê
Rapûnzelê zer û dirêj bû. Gava dengê cehdîyê dibihîst kezî porê xwe vedikir û
porê xwe ji qûlêyê bera xwarê dida. Cehdî, bi porê wê digirt û hildikişiya jor.
Çend
sal wisa derbas bûn. Mîrzayek, rojek gava ji ber qûlêyê derbas dibû stranek
bihîst. Guhê xwe da. Rapûnzelê ji bo ku wext serbest bibe distrîya. Mîrza, ji
bo ku xwe bigihêne wê li derî geriya lê nedît. Ziviriya malê. Lê ji ber ku di
bin tesîra stranê da mabû xew bi çavê wî nediket û tim diçû ber qûlêyê û guhê
xwe dida stranê. Rojek gava li ber sîya darek rûniştibû dît ku cehdîyek hat li
ber qûlêyê sekinî. Cehdîyê bi dengekî nazik got,
Rapûnzel,
Rapûnzel
Rapûnzela
delal,
Porê
xwe berde xwar.
Rapûnzelê
porê xwe berde xwar û cehdîyê bir porê wê girt û rapelikiya jor.
Mîrza
di ber xwe da got, “Dême porê xwe wek derencê bi kar tîne. Ez ê jî şansê xwe
biceribînim.” Û roja dû hat ber qûlêyê û got,
“Rapûnzel,
Rapûnzel
Rapûnzela
delal,
Porê
xwe berde xwar.”
Gava
porê Rapûnzelê gihişt erdê, Mîrza bi porê wê girt û pê ra daket jor.
Rapûnzelê
gava çav bi Mîrzayê xist ji ber ku di jiyana xwe da mêr nedibûn tirsiya. Mîrza
bi wê ra bi dengekî nerm û dostane axivî. Jê ra got di jiyana xwe da heta wê
rojê dengekî wisa xweş nebihîstiye û dilê wî ketiye wê. Lê zêde kir û got, “Ji
îro pêde ez ê nikarim bê te bijîm.” Bi wan gotinan tirs ji dilê wê derket û
nerm bû. Mîrza, jê ra got dixwaze pê ra bizewice. Rapûnzel, fikirî û di dilê
xwe da got, “Xuya ye dê ji cehdîyê çêtir li min mêze bike. Ji xwe jî mirekî
bedew e.” Û dexwaza zewaca wî qebûl kir. Destên xwe dan serê destên wî û got,
“Ez ê bi te ra werim lê ez nizanim ez ê çawa ji vir derkevim. Ji îro pêve tu
kengê werî gilokek ben bi xwe ra bîne. Ez ê ji ben derence çêkim. Gava biqede
ez ê bi wê derencê werim xwar.”
Wisa
biryar girtin ku dê Mîrza tim bi şev were çimkî cehdî bi roj dihat. Pêşî cehdî
qet lê hay nebû lê Rapûnzelê rojek jê ra got, “Xanima Gotel, gelp çima gava ez
te dikişînim dîyar bi min zor tê lê gava ez Mîrza dikişînim qet bi min zor
nayê.” Wê çaxê cehdîyê got, “Bêîmanê, tu çi dibêjî? Min tu tim ji herkesî
veşartî lê ez dibînim ku te li min bêbextî kiriye.” Bi hêrs porê Rapûnzelê li
destê xwe yê çepê pêça û bi yê rastê jî porê wê qut kir. Lê dîsa dilê wê rehet
nebû û ew bir avêt çolekê. Rapûnzel li wê çolê bê av û bê nan ma.
Cehdî,
pîştî ku Rapûnzela delal li çolê hîşt vegeriya qûlêyê. Kezî ku jêkiribûn bi
şibakê va girê da. Gava Mîrza hat û got,
Rapûnzel
Rapûnzel
Rapûnzela
delal
Porê
xwe berde xwar
wê,
porê Rapûnzelê bera xwarê da. Mîrza, bi por girt û rapelikiya jor û bi cehdîyê
ra rû bi rû ma. Ji Mîzra ra got, “Tu ji bo hezkirîya xwe hatî lê ev çûka te jê
hezkir ne li vire û naxwîne. Rapûnzel êdî tune. Tu yê êdî wê qet nebînî.”
Dilê
Mîrza wisa diêşîya ku nizaninû êdî çi bike. Ji neçariyê xwe ji qûlêyê avêt xwar
lê nemir. Qirş ji çavên wî ra çûn. Baş nedidît. Li daristanê hunda bû. Bi giya
û fêkîyan zikê xwe têr dikir. Ji ber ku hezkirîya wî hunda bibû bêsekan
digirîya û dikir waxe wax. Ji destê wî ti tişt nedihat. Wisa çend sal jîya.
Rojek rêya wî ket çola ku Rapûnzela delal, di nav hêjarîyê û zorî da bi du
zarokên xwe lê dijîya.
Rojek
dengekî nas bihîst û li pey ket, ber bi deng va çû. Gava lê rast hat Rapûnzelê
ew nas kir. Bi girîn ew hembêz kir. Hêsirên ku ji çavên Rapûnzelê dihat li
çavên Mîrza bûn û çavên wî baş bûn. Mîrza Rapûnzela delal girt û bir welatê
xwe. Li wir di nav şahî û serfirazî da jîyaneke dirêj jîyan.
.jpeg)
Yorumlar
Yorum Gönder