Sylvîa-Asuman Susam
Ez bi qasî te xemgîn im Sylvîa¹ Lê berê xwekuştinê Mina baranê tim didim axê Bo şîn bibin giyayên min ên sehalî. Gotina min a xama, biçiriya dê baş bûya Bêhna xwîna hişk tê ji her derê min Qey min dilê xwe yê qetandî dirûtiye loma Tim qala xemeke veşartî kiriye min Ji çolê hez kir Sîsîphosî Ax, ew wehaya nenasîyê dide nasîn Gelo ceza, dibe ku şadîyeke bêhêvî be Te li ber hêvîyên bedbext neda Di vir de şaşîyek heye gelo Min dît Bendev sawîneke çawa ye Tim serserkî ye... Di nav min û valahîyê de henekek e ev Sylvîa, bişirîna xwe veneşire Provayên mirinê tim komîk in Cerek jî r exnegirekî Navê min û te bi hev re hildabû Mehda jinike aşerte heye bi min re Dibe tişteke mîna şekirê veşartî be ev Li xwe mikur têm haya min jê tune bû Bi rastî ez û tu qet naşibin hev Ez hînê xerîbîyê bûm Mîna xuşktîya cirnexweşîyê û bêaramîyê Di alîyekî de em ji hev ra nas in Divê qebûl bikim vê yekê. Ji ber ku min dest pê kiriye, vê yekê jî veb...