Sazbendên Bremenê
Kerek hebû. Ji ber ku bi salan arvan biribû aşê westiya bû, ji derbê ketibû. Êdî bi kêrî tu tiştî nedihat. Xwedîyê wê rojek ker, jê êm girt. Kerê fam kir ku ne ji bo xêrê ye. Serê xwe girt û ber bi Bremen’ê ve ket rê. Demek wisa bi tena serê meşiya, bi dû re rastî kûçikekî nêçîrê hat. Kûçik jî westiya bû, wilma wilma wî bû. Kerê jê pirsî: “Te xêr e hevalo, ev çi hilkehilka te ye?” Wî ker bersivand got: “Qet nepirse. Ez pîr bûme, rojbiroj ji taqetê dikevim, êdî nikarim herim seydê. Gava xwedîyê min rahişt ku min bikuje min çardera derî ji cih derxist û ez reviyam. Lê ez nizanim ez ê çawa debara xwe bikim.” Kerê got, “Guhê xwe bide min, ka ez ji te re çi dibêjim. Ez diçim Bremen’ê. Ez ê li Bremen’ê tevî sazbendên bajêr bibim, tu jî bi min re were, dibe ku bihêlin tu jî tev li bibî. Ez ê lavta bi kar bînim. Tu jî li daholê xe.” Ev pêşniyaza kerê, pê xweş hat. Ketin rê. Hinek çûn, rastî pisîngekê hatin. Pisîngeke xemgîn bû.* Kerê jê pirsê: “Çi bi te hatiye, delalê?” Pisîngê ber...