Sazbendên Bremenê
Kerek
hebû. Ji ber ku bi salan arvan biribû aşê westiya bû, ji derbê ketibû. Êdî bi
kêrî tu tiştî nedihat. Xwedîyê wê rojek ker, jê êm girt. Kerê fam kir ku ne ji bo
xêrê ye. Serê xwe girt û ber bi Bremen’ê ve ket rê. Demek wisa bi tena serê
meşiya, bi dû re rastî kûçikekî nêçîrê hat. Kûçik jî westiya bû, wilma wilma wî
bû. Kerê jê pirsî: “Te xêr e hevalo, ev çi hilkehilka te ye?”
Wî ker
bersivand got: “Qet nepirse. Ez pîr bûme, rojbiroj ji taqetê dikevim, êdî
nikarim herim seydê. Gava xwedîyê min rahişt ku min bikuje min çardera derî ji
cih derxist û ez reviyam. Lê ez nizanim ez ê çawa debara xwe bikim.”
Kerê got,
“Guhê xwe bide min, ka ez ji te re çi dibêjim. Ez diçim Bremen’ê. Ez ê li
Bremen’ê tevî sazbendên bajêr bibim, tu jî bi min re were, dibe ku bihêlin tu jî tev li bibî. Ez ê lavta bi kar bînim. Tu jî li daholê xe.” Ev pêşniyaza kerê, pê xweş hat. Ketin rê.
Hinek çûn,
rastî pisîngekê hatin. Pisîngeke xemgîn bû.* Kerê jê pirsê: “Çi bi te hatiye,
delalê?”
Pisîngê
bersivand û got: “Di şerê man û nemanê de qey mirov dikere bikene. Diranên min
ketine. Ez naxwazim ku mişkan bigirim. Dixwazim tim li ber kuçikê, xwe dirêj
bikim û rakevim. Lê gava ku min fam kir xwedîyê malê dil dike min bikuje, ez ji
mal derketim û reviyam. Lê ez nizanim ku ku de biçim.”
Kerê jê re
got: “Em diçin Bremen’ê. Tu jî bi me re were, jixwe tu ji mûzikê baş fam dikî.
Were û wek me bibe sazbend.”
Pisîngê ew
pêşniyaz bi dil û can qebûl kir.
Sê heval
ketin rê. Gihîştin ber çewlikê. Di hewşa çewlikê de dîkekî bênavber azan dida.
Kerê jê
pirsî. “Dîko, delalo, tu dikî dinê rakî ser pîyan, çi bi serê te hatiye?”
Dîko got:
“Ez rewşa hevayê dibêjim. Xwedîya min kiras şûştin û raxistin ber tavê. Ê sibê
mêvan werin. Xanim jî dê şorbe çêbike bide ber mêvanan. Ê min ser jê bike, bike
avdonkê bide ber wan. Loma heta ji min tê ez dikim hawar û gazîn.”
Kerê got:
“Dîko, birako, tu jî bi me re were. Em diçin Bremen’ê. Ew der ji vir baştir e.
Dengê te jî xweş e. Em ê mûzikê çêkin tu jî bêje.”
Ev
pêşniyaza kerê pê xweş hat, kabûl kir û çar heval ketin ser rê.
Gava fam
kirin ku dê rojekê de xwe negihîjînin Bremenê, ji rê der ketin û ketin nav
darîstanê. Ker û kûçik di bin darekê de sekinîn, pisîk û dîk daketin ser darê.
Dîk di tîtika(tep) darê de ket lîsê. Berê ku rakeve li derdora xwe mêze kir.
Dît ku li derekî dûr tiştek ronî dike.
Ji hevalên
xwe re got, xuyaye ku ne dur e. Dibe ku mal be. Kerê got: “De hadê, em zûtir
herin, çiqas nebe dê ji vir çêtir be.”
Kûçikê
nêçirvan got: “Hinek goşt û hestî jî hebe, ê xweştir bibe.” Wisa wisa ber bi
ronahîyê ve meşiyan. Çiqas diçûn ev qas mezin dibû ronahî. Dawî gihîştin warê
rêgiran. Ji ber ku qama kerê dirêj bû, wê serê xwe kir şibakê û li hundir mêze
kir. Dîko pirsî: “Tu çi dibînî, şêrê?” Kerê bersivand û got: “Ma ez çi nabînim.
Di nav menzelê de sifreyek heye. Şifre bi xwarin û vexwarinê xemlandî ye.*
Rêgiran jî dor jê girtine.” Dîko got: “Tam lîyakî devê me ye. Xwezî niha en li
ser sifrê bûna.”
Bi dû re çar
heval bi hev re fikirîn û şêwirîn ku dê çawa bikaribin rêgiran bi terqînin.
Demek ji ser derbas bû, axîrî rêyek dîtin.
Kerê
simikên xwe yên pêşî kirin perpaza pencerê, kûçik li kerê siwar bû, pisîng li
kûçikî, dîko jî li pisîngê. Her çaran bi hev re stirîn.
Zirrînî bi
kerê ket, kûçikê nêçirvan kir ewteewt, mîyaw mîyawa pisîngê bû û dîko di ser
de azan dida. Her çar ji nişkê ve bi ser pencerê ve ketin. Cam hûroxaş bû.
Rêgiran kir qîjînî. Ji tirsê bazdan derve û ber bi darîstanê ve çûn. Çar heval,
bi kêfxweşîyê li ser sifrê rast bûn. Zikê xwe têr kirin. Xwarina ku wan xwar dê
çar hefte têra wan bike.
Bi dû re her
yekê ji xwe re cîhek ewle dît, lembe reş kirin. Kerê xwe di nav zibilê de
gevizand, kûçik di pişta derî de bi cih bû, pisîngê xwe di nav tenîya kuçkê de
dirêj kir. Dîko jî li cîhek din.
Gava şev
bû nîvê şevê, rêgiran mêze kir ku lembe reş bûye, deng ji kesî dernakeve,
gotin qey her tişt ewle ye.
Serokê wan
got: “Gere em qet nereviyana.”
Wan biryar
girt û yek şand malê. Yê çû hindir dît ku her tişt ewle ye. Deng û olan ji malê
dernakeve. Bo lembê vêxe derbasî mitbaxê bû. Çavên pisîngê leylan didan. Wî
got qey koza agir e. Gava destê xwe dirêj kir, pisîngê ser çav pê ve nehîştin.
Rêgirî, kir hawar û ber bi derî ve bazda. Kûçikî bi çaqa wî girt. Gava ku
derket hewşê, kerê zîtikeke xweş lê da. Dîko dereng ji xew rabû û xwe
xulxuland.
Zilam bi
bazdanê çû cem hevalên xwe. Got: “Di mal de pîrhebokek heye. Serçavên min
naperûç kirin. Zilamê ku xwe li pişta derî veşart bû, bi kêrê ket ser min. Di
hewşê de jî cinawirek hebû. Bi daran lê min da. Dadgerê ku li serê xanî bû,
digot: “Nehilin bila tolaz nereve.” Min xwe bi zorê ji destê wan xilas kir.
Ji wê şevê
şûnve rêgir qet neçûn nêzê malê. Sazbendên Bremen’ê jî heta dawîya jiyana xwe
di wir de man.
Çîroka me
qediya, xêr û xweşî li hazir û xwîneran.

Yorumlar
Yorum Gönder