Kayıtlar

werger etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Lavînîa - Özdemir Asaf

Resim
  Ez ê ji te ra nebêjim neçe Tu dicemidî, caketê min bigre Ev, demên herî xweş ên rojê ne Li cem min bimîne.   Ez ê ji te ra nebêjim neçe Dîsa tu û ya xwa Tu yê biêşî. Ez ê ji te ra nebêjim neçe   Lê neçe, Lavînîa. Ez ê navê te veşêrim Tu jî hay jê nebe, Lavînîa. Ger derewan bixwazî, ez ê ji te ra derewan bikim

Pêşek - Metin Altıok

Resim
  Laşê min dicemide, dilê min dinale Spîndarno, ax spîndarno! Wan ez bi meqesek hov Ji wêneyekî kevn qewitan. Li wir ma palûçekî min Di valahiyê da xwe çêdike. Li ser milê min destekî jêkirî Hê jî bêsekan xwînî dibe. Spîndarno, ax spîndarno Êşê daye pey min,  li min difîke.

min dilek tune - Küçük İskender

Resim
Êdî min dilek tune gava ji te re giriyam Gava li te fikirîm êdî min dilek tune  Gava ji yekê re behsa te dikim lê naxe dilê min Dilê min li naxe gava te di xewn de dibînim Min bi ya te kir, êdî min dilek tune Min dilêva lîstikekê de da zarokekî Min girt û avêt ber kûçikekî beredayî ji bo zikê xwe pê têr bike Min li ser avê  wek perçê qermîtî pekinand Û ez sekinîm bo binav bibe Ez sekinîm keştîyeke şewitî çawa Bi girîn binavbibe. Min bi ya te kir, êdî min dilek tune  Êdî min dilek tune gava min li wêneyên kevn nêrî Gava bêrîya te dikim  Min dilekî jibermayî tune. Tune.

Çavên Te Di Çavên Min de - Ümit Yaşar Oğuzcan

Resim
  Qey tim wisa zarokane dinêrin çavên te? Qey tim wisa roniyeke dûr tê de vêdikeve? Di çavên te de tişteke ku bêhna min pê derdikeve heye Wek ku li qeraxa behrên herî sekan bim Bibawanek im niha li lîmana te Ji bahozan hatim tê de bêhna xwe didim Naxwazim ev sekan, ev bêdengî qet biqede Bila demên herî bêhempa li cem te derbas bibin. Qet negire çavên xwe, bila kêm nebe ronîya te Rojên min, ronîya min, kêzika hevrîşmî ya min, Kulîlka min a dawî ya li bexçeya payîzê vebûyî Bila dilê min ê rawestî bi te nasneke xemê Çavên xwe yên sekane dûr nexe ji çavên min Wan çavên xwe yên sekane, bêderew, çavên xwe yên tenha.

Ez Spasîya Te Dikim-Ülkü Tamer

Resim
  Ez spasîya te dikim, te ez maçî kirim Dema ez raketî bûm, ji enîya min te ez maçî kirim Hênikayîyê li daristanokan xist, rih ket banîyên min Tu, rovîyek şîn bûyî, li hespek şîn siwar bûyî Ez, belkî do miribûn, belkî jî hefteya çûyî. Tu ji min re pir xweşik bûyî, pîyên te jî.

Sylvîa-Asuman Susam

Resim
    Ez bi qasî te xemgîn im Sylvîa¹ Lê berê xwekuştinê  Mina baranê  tim didim axê Bo şîn bibin giyayên min ên sehalî.   Gotina min a xama, biçiriya dê baş bûya Bêhna xwîna hişk tê ji her derê min Qey min dilê xwe yê qetandî dirûtiye loma Tim qala xemeke veşartî kiriye min   Ji çolê hez kir Sîsîphosî Ax, ew wehaya nenasîyê dide nasîn Gelo ceza, dibe ku şadîyeke bêhêvî be Te li ber hêvîyên bedbext neda Di vir de şaşîyek heye gelo Min dît Bendev sawîneke çawa ye Tim serserkî ye... Di nav min û valahîyê de henekek e ev Sylvîa, bişirîna xwe veneşire Provayên mirinê tim komîk in  Cerek jî  r exnegirekî Navê min   û te bi hev re hildabû Mehda jinike aşerte heye bi min re Dibe tişteke mîna şekirê veşartî be ev Li xwe mikur têm haya min jê tune bû Bi rastî ez û tu qet naşibin hev Ez hînê xerîbîyê bûm Mîna xuşktîya cirnexweşîyê û bêaramîyê Di alîyekî de em ji hev ra nas in Divê qebûl bikim vê yekê.   Ji ber ku min dest pê kiriye, vê yekê jî veb...

Îlon-Haydar Ergülen

Resim
  Jin diçe û dibêjin helbest e ev Jin diçe û şa’irek çêdibe ji vê (Ez dizanim ji kîjan jinê bûme şa’ir) Heke “Li her derê behsa qedandina havînê tê kirin” Behsa çûyîna jinê jî li her derê tê kirin Jin ku ve biçe jê wek helbest tê behskirin Çûyîna jinê qedandina havînê ye, li her derê Havîn diqede ger jin biçe, helbest e dawîya vê Dawîya havînê helbest e, helbest e dawîya evînê... Bajar bi hemû taxên xwe li pey havînê bikeve Jê sûd digire evîn û dirêj dibe havîn Li pey havînê bajar, li pey jinê helbest Wisa diçin heta taxa îlonê Ji pûşperê di şevekê de çûbûm heta îlonê Îlon havînê hatibû terikandin û helbest pûşperê Hat terikandin ji hêla jinê ve, ji çîrokekê re. Hamû law bo helbestê diterikînin dayê Ger min biterikîne ew jin ez ê bibim şa’ir Min neterikîne jina jê re bûm law Helbest e tê gotin, havîn e diqede, jin e   diçe   Jin hemû, helbestê diterikînin ji jinekê re.