Îlon-Haydar Ergülen
Jin diçe û dibêjin helbest e ev Jin diçe û şa’irek çêdibe ji vê (Ez dizanim ji kîjan jinê bûme şa’ir) Heke “Li her derê behsa qedandina havînê tê kirin” Behsa çûyîna jinê jî li her derê tê kirin Jin ku ve biçe jê wek helbest tê behskirin Çûyîna jinê qedandina havînê ye, li her derê Havîn diqede ger jin biçe, helbest e dawîya vê Dawîya havînê helbest e, helbest e dawîya evînê... Bajar bi hemû taxên xwe li pey havînê bikeve Jê sûd digire evîn û dirêj dibe havîn Li pey havînê bajar, li pey jinê helbest Wisa diçin heta taxa îlonê Ji pûşperê di şevekê de çûbûm heta îlonê Îlon havînê hatibû terikandin û helbest pûşperê Hat terikandin ji hêla jinê ve, ji çîrokekê re. Hamû law bo helbestê diterikînin dayê Ger min biterikîne ew jin ez ê bibim şa’ir Min neterikîne jina jê re bûm law Helbest e tê gotin, havîn e diqede, jin e diçe Jin hemû, helbestê diterikînin ji jinekê re.