KEÇİKA KUMSOR
Berê keçikeke şirîn û biçûk
hebû, kê ew bidîta dilê wan lê dikeliya, bi teybetî jî dilê pîrika wê. Wisa ku
nedizaniya jê re çi bike. Pîra wê, carek ji şîfon kumeke sor dîyarîya wê kir.
Kum wisa lê hatibû ku ji serê xwe dernedixist. Ji ber vê herkesî bi navê
Kumsorê bang lê dikir. Rojek dayika wê jê re got: “Ca were Kumsorê, van nanê
sêlê û vê ava sûsê bibe ji pîrika xwe re. Rebenok nexweş û bêhal e, dê ev jê re
baş bin. Zû bike ku berê hewa germ bibe tu xwe bigihînî. Nebe ku tu ji rê
derkevî, wir de û vir de biçî. An na tu yê şûşê bixînî û bişkînî û dê pîrika te
bê ava şûşê bimîne. Gava ku tu ketî hundir ji bîrneke, bêje roj baş, li her
quncikê jî nenêre.”
Keçikê got, “Mereq neke!” û ji diya xwe xatir xwest.
Mala pîrika wê di nav daristanê de bû daristan nîv seet ji gund dûr bû. Kumsor,
çawa ket nav daristanê ew û gur rastî hev hatin. Lê ji ber ku nedizaniya gur
heywanekî çawa xirab e jê netirsiya.
Gurî got: “Dem baş, Kumsorê!”
“Spas dikim, biraguro!”
“Vê şeveqê zû tu wisa ku de diçî?”
“Diçim mala pîrika xwe!”
“Ev çî ye di binê pêştemala te de?”
“Nanê sêlê û ava şûşê ne. Me nanê sêlê do çê kirin, ev dê jê re baş bin.”
“Kumsorê, pîrika te li ku derê rûdinê?
“Li daristanê, tu çareyeke din jî bimeşî tu yê sê darberûyên mezin bibînî. Mala
wê pêşîya wan e, li derdorê jî darbindeq hene.”
Gurî di dilê xwe de sêwirand û got: “Ev keçika ter û ciwan li gorî devê min e,
goştê wê dê ji yê pîrika wê xweştir be.Tu hinek
jî mizewir bî tu yê herdu yan jî derdest bikî.”
Demek bi hev re meşiyan. Gurî Demeke şûnve wisa got: “Kumsorê, ca li derdora
xwe, li gulîlkan binêre, çiqas xweşik in. Qey tu wîtîna çûkan jî nabihîzî? Tu
dibê qey berê te dane dibistanê, tu serê xwe hiltînî û diçî lê daristan çiqas
xweş e.”
Kumsorê çavên xwe wisa vekirin. Gava dît ku çirûskên rojê di nav kulîlkan de
çava diberiqe, fikirî û wisa got: “Ez ji pîrika xwe demetek kulîlkan bibim ê
kêfa wê were. Hê zû ye, ez ê di wextê xwe de bigihîjim mala wê.” Ji şahrê
derget û li kulîlkan geriya. Gava yek jê dikir, bo ji wê xweşiktir yeka din
bibîne û biçine ket nav kûrahîya daristanê.
Di vê navberê de gur rasterast çû mala pîrika wê. Lê derî xist.
“Tu kî yî?”
“Ez im, Kumsor im! Min ji te re nanê sêlê û ava sûsê anîne, derî veke.”
Pîrika extiyar wisa ew bersivand: “Pê li bizmikê bike. Ez bêhal im nikarim
rabim.” Gurî, pê li bizmikê kir û derî vebû.
Gurî ti tişt negot û ber bi livînan çû û pîrika belengaz xwar. Paşê cilên
pîrikê lê xwe kirin û melhefa wê jî di serê xwe de girê da. Dawîyê jî perde
kişand û kete binê cî.
Kumsorê bi têra serê xwe,
heta bi qasê ku êdî nikaribe bigre xwe kulîlk çinandibûn. Ji nişka va pîrika wê
kete bîra wê û ew bi lez kete rê. Gava derîyê derve li ser pişt dît matmayî ma
û gava ku ket hundir ecêb hîz kir. Xwe bi xwe got: “Çi bi min hatiye? Çima tirs
ketiye dilê min? Lê ez tim bi kêşxweşîyê dihatim vir.” Û got, “Rojbaş!” Bersiva
wê nehatdayîn. Nêzî livînan bû perde kişand.
Pîrikê, xwe di nav cî de pehn kiribû, bi melhefê ser û çavên xwe pêçandibû, bi
kurtî û kurmancî hinek acêb xuya dikir.
“Aa, pîrikê, gûhên te çiqas mezin in!”
“Bo ez te çêtir bibihîzim.”
“Aaa, pîrikê, çavên te çiqas mezin in!”
“Bo ez te çêtir bibînim.”
“Aaa, pîrikê, destên te çiqas mezin in!”
“Bo ez te çêtir bigirim.”
“Lê pîrikê, devê te çiqas mezin e!”
“Bo ez te çêtir gaz bikim.”
Û gurî bi gotina xwe re ew bi devekî xwar.
Piştî ku zikê xwe baş têr kir ket nav livînan, di xew de çû û dest bi xirexirê
kir.
Di vê demê de ji ber derî
seydvanekî derbas dibû. Di dilê xwe de sêwirand û got: “Pîrika extiyar çawa
dike xirexir, de here binêre lazimîya wê heye yan na. Ket hindur û gava nêzî
livînan bû wî gur dît. Gote “Dême min ê tu li vir bidîta, ne wisa, bênamûso! Ji
zû de ye ez li te digerim.”
Gava çekê xwe lê rast kir, fikirî. Di be ku gurî pîrik xwaribe. Hê dikaribû ew
xilas bikira. Gule berneda û meqes kir destê xwe û bi fesalê zikê wî qelişand.
Gava hinek qelişand serê Kumsorê xuya kir, di wê heynê de Kumsorê xwe ji zik
avête derve. Got: “Ufff, ez gelek tirsiyam. Zikê gurî jî gelek tarî bû.
Û di wê heynê de pîrik jî xêlas bû, bi zorê bêhn digirt.
Kumsorê ji nişkava kevirên gir berhev kirin û bi wan keviran zikê gurî tije
kir. Gur gava ku hişyar bû xwest ji nav cî derkeve lê kevir wisa jê re giran
hatin ku di cihê xwe de li erdê ket û mir.
Gelek kêfê her siyan hat.
Seydvanî çermê gurî jê kir û bir mala xwe. Pîrikê qurabîyên ku Kumsorê hanîbûn
xwarin û di ser de jî şerab vexwar hate ser xwe. Lê Kumsorê xwe bi xwe wisa
digot: “Dîya min mafdar e, ez ê heta dawîya jiyana xwe ji şahrê dernekevim”
.png)
Yorumlar
Yorum Gönder