Kayıtlar

çîrok etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Masîgir û Masîyê Zêrîn-A.S. Pûşkîn

Resim
  Çîroka Masîgir û Masîyê Zêrîn ya A.S. Pûşkînî ji hêla Cesimê Celîl ve di sala 1937an de li Rewanê hatiye wergerendin. Ev çîrok yek jê “Çîrokên Brayên Grîmm”ê ye. Pûşkînî ev çîrok careke din, bi helbestî û şêwazeke nû nivîsandiye. Ev çîrok di nav çîrokên Grîmman de bi navê Masîgir û Jina Wî bi cih digire. Mesîgirekî kal jina xweye pîr Kêleka bera mezinda diman. Ji berê kalê tim mesî digirt, Pîrê jî malda teşî badida. Awa tevayî wana emir kir, Holika kevnda sîsê sal temam. Û rojekê jî kalê çû berê, Ku mesî bigre bi tora berê. Kalê şa û eşq tor avît avê, Û cara ewlin lîl derxist tenê. Cara duda jî tor avît berê, Bi gîhê berê tor hat vê carê. Lê cara sisya çaxê tor avît, Dikarin bêjin qe kalê çi dît? Mesîke zêrîn torê derxist xwera Qîza zêr û zer ew qîza padşê, Mîna dîlekî ket tora kalê, Qîza padşayê mesîyê tev bera. Mesîya belengaz tewaqe dikir, Bi zarê merîya jê hîvî dikir: Min berde kalê, berde bêzirar Ezê bidim te pir hebûn û kar, Çi ku bixwezî, çi emir bikî, Bawarke tuê ji min b...

Mêş û Morî - La Fontaine

Resim
    Mêş û morî rojek dev dikin devê hev Dibêjin tu hêjatir î yan ez Mêş dibêje, “Ey xwedayê mezin, çawa dibe Çawa Kizêkeke adî ya dixuşe Çawa xwe wek min dibîne Ma ez ne qîza hewaya ezmanî me? Nexweşîya xwemezindîtinê Çawa wisa kor dike çavên wê Ez diçin qesran û têm Ez li ser sifra te rûdinim Gava gayan ji te re dikin qurban Berîya te ez dinêrim li taman. Ez li ku ew qeşmera hêjar li ku Tiştê bi xwe re kaş dike û dikişîne Qirş û qal in bi rojan dixwe. De keçê, bêje min Tu qet vedinişî ser serê şahekî, mîrzakî û delalekê? Ez vedinişim, gava bixwaze dilê min Diçim miz didim û maç dikim serê memikên spî Digerim û dilîzim li ser porê hewrîşmî. Spîya wê spîtir dibe Rûyê ku ez lê vedinişim. Berxê min, karê dawî ya jinikekê çi ye Gava diçe ku zilaman bixirîne? Rûyê xwe bi şanên sûnî xemlandin e. Mêsikê, navê wan şanan bi fransî çi ye? Tu bi pesnê kîlerên xwe Dîsa serî li min diwerimînî.” Morî dibêje, “Gotina te qediya? Nalet li te tînin di qesrên tu tê d...

Hansel û Gretel

Resim
                                                    Êzingvanekî hêjar, tevî jin û du zarokên xwe li nêzî daristaneke mezin dijîyan. Navê kurê wî Hansel, navê keça wî jî Gretel bû. Wan bi zorê debara xwe dikir. Ji ber ku li welat xela hebû, pirê caran nikaribûn nan jî bistînin. Şevek ji şevan di nav livînan da ji diltengîyan xew bi çavên wî nediket û xwe dibir û dianî. Ji jina xwe ra got, “Ê halê me çi bibe? Em ne dikarin zikê xwe têr bikin ne jî dikarin zikê zarokan.” Jina wî ew bersivand û got, “Guhê xwe bide min, em ê sibe zû rabin û zarokan bibin cihê dehl û dêşan. Em ê ji wan ra agir vêxin û kêliyek nan bidin ber wan. Em ê wan li wir bihêlin û vegerin. Ji xwe ew rêya mal nizanin û ew ê li wir bimînin. Em ê ji wan bifilitin.” Mêrê wê pê qayî...

Sazbendên Bremenê

Resim
  Kerek hebû. Ji ber ku bi salan arvan biribû aşê westiya bû, ji derbê ketibû. Êdî bi kêrî tu tiştî nedihat. Xwedîyê wê rojek ker, jê êm girt. Kerê fam kir ku ne  ji bo xêrê ye. Serê xwe girt û ber bi Bremen’ê ve ket rê. Demek wisa bi tena serê meşiya, bi dû re rastî kûçikekî nêçîrê hat. Kûçik jî westiya bû, wilma wilma wî bû. Kerê jê pirsî: “Te xêr e hevalo, ev çi hilkehilka te ye?” Wî ker bersivand got: “Qet nepirse. Ez pîr bûme, rojbiroj ji taqetê dikevim, êdî nikarim herim seydê. Gava xwedîyê min rahişt ku min bikuje min çardera derî ji cih derxist û ez reviyam. Lê ez nizanim ez ê çawa debara xwe bikim.” Kerê got, “Guhê xwe bide min, ka ez ji te re çi dibêjim. Ez diçim Bremen’ê. Ez ê li Bremen’ê tevî sazbendên bajêr bibim, tu jî bi min re were, dibe ku bihêlin tu jî tev li bibî. Ez ê lavta bi kar bînim. Tu jî li daholê xe.” Ev pêşniyaza kerê, pê xweş hat. Ketin rê. Hinek çûn, rastî pisîngekê hatin. Pisîngeke xemgîn bû.* Kerê jê pirsê: “Çi bi te hatiye, delalê?” Pisîngê ber...

KEÇİKA KUMSOR

Resim
  Berê keçikeke şirîn û biçûk hebû, kê ew bidîta dilê wan lê dikeliya, bi teybetî jî dilê pîrika wê. Wisa ku nedizaniya jê re çi bike. Pîra wê, carek ji şîfon kumeke sor dîyarîya wê kir. Kum wisa lê hatibû ku ji serê xwe dernedixist. Ji ber vê herkesî bi navê Kumsorê bang lê dikir. Rojek dayika wê jê re got: “Ca were Kumsorê, van nanê sêlê û vê ava sûsê bibe ji pîrika xwe re. Rebenok nexweş û bêhal e, dê ev jê re baş bin. Zû bike ku berê hewa germ bibe tu xwe bigihînî. Nebe ku tu ji rê derkevî, wir de û vir de biçî. An na tu yê şûşê bixînî û bişkînî û dê pîrika te bê ava şûşê bimîne. Gava ku tu ketî hundir ji bîrneke, bêje roj baş, li her quncikê jî nenêre.” Keçikê got, “Mereq neke!” û ji diya xwe xatir xwest. Mala pîrika wê di nav daristanê de bû daristan nîv seet ji gund dûr bû. Kumsor, çawa ket nav daristanê ew û gur rastî hev hatin. Lê ji ber ku nedizaniya gur heywanekî çawa xirab e jê netirsiya. Gurî got: “Dem baş, Kumsorê!” “Spas dikim, biraguro!” “Vê şeveqê zû tu wisa k...

Rapûnzel

Resim
  Berê, jinek û mêrek hebûn. Ev demeke dirêj bû ku wan zarokek dixwest lê zarokên wan çênedibû. Jinê rojek bi hêvî got Xwedê dê zarokek bide min. Li pêşt mala wan şibakek hebû. Dema ji şibakê li derve mêze dikir, giyayên bêhnxweş û kulîlkên herî xweş ên cîhanê didîtin. Lê dora baxê dîwar hebû û kes nediwêrîya ku têkeve. Çimkî ev bax, ya cehdîyekê bihêz bû ku her kes jê ditirsîya. Jinê, rojek ji rojan ji şibakê li wê baxê mêze kir. Li zêvîyek giyayê zimanê gamêşê şîn bibû, giya wisa xweş û teze xuya dikir ku dilê wê çû. Ji wê rojê pêve kengê lê mêze dikir dilê wê diçû. Lê ji ber ku dizanîya dê nikare bixwe wek gulek diçilmisîya, roj bi roj lawaz dibû. Rih di rûyê wê da nemabû. Mêrê wê li rewşa wê mêze dikir û dilê wî pê dişewitiya. Jê pirsî, “Çiyê te heye, Xanima min?” Wê jî bersivand û got, “Ez dibêjim qey ez wê gîyayê nexwim ez ê bimirim.” Wê çaxê mêrê wê di ber xwe da got, “Ger tu naxwazî xanima te bimire, çi dibe bila bibe divê tu herî û jê ra wê gîyayê bînî.” Gava bû şev û diny...