Hansel û Gretel
Êzingvanekî hêjar, tevî jin û du
zarokên xwe li nêzî daristaneke mezin dijîyan. Navê kurê wî Hansel, navê keça
wî jî Gretel bû. Wan bi zorê debara xwe dikir. Ji ber ku li welat xela hebû, pirê
caran nikaribûn nan jî bistînin.
Şevek ji şevan di nav livînan da ji
diltengîyan xew bi çavên wî nediket û xwe dibir û dianî. Ji jina xwe ra got, “Ê
halê me çi bibe? Em ne dikarin zikê xwe têr bikin ne jî dikarin zikê zarokan.”
Jina wî ew bersivand û got, “Guhê xwe bide min, em ê sibe zû rabin û zarokan
bibin cihê dehl û dêşan. Em ê ji wan ra agir vêxin û kêliyek nan bidin ber wan.
Em ê wan li wir bihêlin û vegerin. Ji xwe ew rêya mal nizanin û ew ê li wir
bimînin. Em ê ji wan bifilitin.”
Mêrê
wê pê qayîl nebû û got, “Na nabe. Em ê
çawa wan li daristanê bi tenê bihêlin. Dê cih da ji ajalan ra bibin xwarin.”
Jinê got, “Kerîtîyan neke. Qey tu dixwazî em her çar jî bimirin? Wisa be ji me
ra ji niha tabûtan çê ke.” Û bênavber
axivî û serê mêrê xwe xwar. Dawîya dawî mêrê wê razîbû. Car caran digot, “Dilê
min bi wan dişewite.”
Ji ber birçîbûnê xew bi çavên
zarokan jî nediket. Herdu jî şiyar bûn û dengê damarîya wan diçû wan. Gretel,
bi girîneke dilşewat ji Hanselî ra got, “Dê ev jî bihata serê me.” Hanselî got
“Hiş be. Li ber nekeve, ez ê li me herduyan jî mêze bikim.”
Pîştî ku bav û damarîya wan di xew ra
çûn, Hansel rabû qoçik li xwe kir û bi fasalê derket derve. Heyvê, li kevirên
ku wek sîmî li ber derî dibiriqîyan dida.*
Xwar
bû bi qasî ku diçûn berîka wî berhev kirin. Duvra zivirî hundir û li ber serê
Gretelê sekinê. Jê ra got, “Li ber
nekeve xuşka min a delal. Bi dil rehetî rakeve. Xwedê dê me ji bîr neke.” û ket
nav livînan.
Gaka roj hilat û hinek bilind bû
damarîya wan ew şiyar kirin. Got, “De rabin zexelno! Em diçin daristanê êzingan
dibirin.” Letek nanê hişk da destê wan. Ji wan ra got, “Ev navroja we ye.
Berîya navrojê nexwin û neqedînin ha. Xeynî wê nan tune.” Ji ber ku bêrîka
Hanselî tijî keviran bû, Gretela delal nan kir berîka piştemala xwe. Ber bi
daristanê va bi rê ketin. Piştî meşekê kin Hansel sekinî, zivirî li mal mêze
kir û kevirek avêt erdê. Wisa çend caran kevir reşandin.
Bavê wî lê hay bû û bi hêrs jê ra
got, “Tu çima wisa li pişta xwe mêze dikî? Em dereng dimînin.” Wî bavê xwe
bersivand, got, “Tiştek tune. Pisîka min a spî li ser xanî ye. Dibêjim qey min
bi rê dike.” Lê damarîya wî ew derewand û got, “De wê here, dîno! Ew ne pisîg e. Tavê li kulekê daye, ew dibiriqe.” Bi rastî
wî pisîg nedibû. Ji bo keviran bavêje erdê tim wisa li pişta xwe mêze dikir.
Dema gihîştin navenda daristanê
bavê wan got, “Hadê zarokno, êzingan berhev bikin ku ez ji were agir vêxim. Hun
ê sarma bigirin.” Wan komek qirşik berhev kirin û bavê wan agir vêxist.
Damarîya wan got, “De xwe li ber agir dirêj bikim. Hinek bêhna xwe
bidin. Em ê herin daran bibirin û gava karê me qediya em ê werin we bigirin.”
Hansel û Gretel çûn ber agir,
rûniştin û gava bû nîvro wan nanê ziwa xwar. Ji ber ku dengê bayê ji durve
dihat, wan di got qey dengê bivirê ye
û bavê wan nêzî wan e.
Ji
ber demeke dirêj wisa li ber agir mabûn westiyan, çavên wan çûn ser hev, di
xeweke kûr ra çûn. Gava şiyar bûn dinya bibû raş û tarî. Gretel dest bi girîn
kir û got, “Em li vir man û nikarim ji vir derkevin.” Birayê wê dil da ber wê û
got, “Qet xem neke, hinek bisekine. Gava heyveron derkeve em ê rêya malê
bibînin.”
Gava heyveron derket kevirên ku
Hansel li pey xwe avêtibûn li ber ronîya heyvê dibiriqîyan. Wî bi destê Gretel
girt û bi rê ketin. Heta şeveqê meşîyan û ber bi sibê gihîştin mala xwe.
Wan
li derî xist, damarîya wan derî vekir. Gava bi wan ra rû bi rû ma, bi qeşmerî
got, “Mizavirno, dême hûn li daristanê di xew ra çûn, ha. Me di got qey hûn ê
neyin.” Lê bavê wan ji ber ku li ber wan diket,
bi dîtina wan kêfxweş bû.
Hê zêde ji ser derbas nebibû ku
hêjarî li her derê girantir bibû. Rojek
dîsa di bin cih da dengê damarîya xwe bihîstin. Di got, “Me her tişt xwar, ti
tişt nehîşt. Tenê letek nanê tenûrê maye. Jê pê karê me zor e. Divê zarok ji wê
malê herin. Em wan wisa li cihekî dûr bihêlin ku nikaribin careke din vegerin. Wekî
din ji destê me ti tiştek nayê.”
Dilê wî xewirî. Got, “Qet nebû nanê
ku maye te bida zarokan.” Li wê qet nanî
ser eynê xwe. Paşê got, “Yên hefsara xwe bide destê, nema êdî xilas dibe.”
Piştî ku ew ji xew ra çûn Hansel ji bo ku wek cara din keviran berhev bike ji
cihê xwe rabû û çû ber deriyê derve. Lê derî miftekirî bû, nikaribû veke.
Zivirî ber serê xwişka xwe û jê ra got, “Qet xeman neke, Xwedê mezin e. Ê me
bistire.”
Damarîya wan sibê zû ew ji xew
şiyar kirin, letek nan da destê wan. Dema ber bi daristanê va diçûn Hanselî nan
di berîka xwe da hûr dikir û li pey xwe davêt. Gava bavê wî lê hay bû jê pirsî,
“Tu çima tim wisa li pey xwe mêze dikî?” Wî jî bavê xwe bersivand û got, “Ez li
kevoka li ser xanî mêze dikim. Min bi rê dike.”
Damarîya wan got, “De here ji wê. Ev ne kevok e. Sîya kulekê ye.”
Jinikê zarok birin dawîya
daristanê. Heta wê rojê qet neçûbûn wê derê. Piştî ku agirekî xurt vêxist got,
"Hûn li vir bisekinin. Ger xewa we were, rakevin. Em ê herin êzingan
bibirin. Gava karê me qediya em ê werin we bigirin."
Dema navrojê, wan nan xwar. Ji ber
ku Hanselî nanê xwe li paş xwe reşand bû, xwarina wan kêmtir bibû. Piştî xwarê
ew di xew ra çûn. Bû êvar lê kes nehat cem wan. Derenga şevê ji xew şiyar bûn.
Kekê wê, ji Gretelê ra got, "Li ber nekeve. Bira heyv derkeve, em ê herin
mal."
Gava heyv derket û dinya hinek ronî
bû ew rabûn û ketên ser rê. Lê rêya malê nedîtin. Parîyên nan hunda bibûn. Şev û
rojek meşîyan, heta êvarê geriyan lê dîsa jî ew ji daristanê derneketin. Gelekî
birçî bibûn, wan hinekî giya çînîya û xwar. Lê disa jî zikê war birçî bû. Li
derek sekinîn û pişta xwe dan darê. Ji xew ra çûn.
Ev, roja sêyan bû ku ji mal dûrbûn.
Dîsa bi rê ketin lê çiqas meşiyan ev qas ji mal dûrketin. Ji tîbûn û birçîbûnê
li ber mirinê bûn. Nîvrokî li ber darek sekinîn, guhên xwe dan çûçikekî delal.
Çûçikê delal piştî demek kurt firîya û wan jî da pey. Çûçik çû ber xanîyekî
biçûk û li ser xanî venişt. Gava nêzî xanî bûn wan dît ku xanî ji hevîr e û li
ser xanî jî qurabîyek heye. Şibakên xanî jî, ji şekirê kesek bûn. Hansalî got,
“Ez ê ji ser xanî dest pê bikim tu jî ji şibakê. De em bixwin û zikê xwe pê
tije bikin.” û wan dest pê kir. Di heman demê da ji hundir dengek bihîstin ku
digot,
“Ew kî ne ku xanîyê min
Bi qirçeqirç dixwin?”
Zarokan qet neanî ser eynî xwe û
got
“Dengê bayê ye ev,
Ji wî ra bêje.”
Tehma wî ji wan ra wisa xweş bû ku
wan bê sekin dixwar. Wan şibakek qedandibû, serê xanî jî ber bi qedandinê bû.
Ji nişkava derî vebû û cehdîyeke bi gampol derket derve. Gava wan ew dît, ji
tirsan li erdê ketin, gilolo bûn û li ber nigên wê sekinîn. Cehdîyê bi fesadî
got, “Wey zarokên delal, hûn ji kû derketin. Hûn bi xêr hatin. Netirsin, werin
hundir zikê xwe têr bikin.” Bi destê wan girt û ew birin hundir. Li sifreyê,
şîr, nanê sêlê û sêv hebûn.” Piştî xwarinê ji wan ra livînên spî û xweşik
raxistin. Wek ku li cinnetê bin bi dil rehetî û kêfxweşî raketin.
Bi rastî cehdîyeke dilxerab bû û bi
zanebûn wisa kiribû. Tim wisa dikir û zarok dikişandin malê. Ew dikuştin,
dipehtin û ji xwe ra dikirin xwarin.
Çavên
cehdîyan sor in, ji durve nabînin lê pozê wan xweş bêhn digire. Gava mirov nêzî
wan dibin wek guran bêhna wan digirin. Jixwe gava nêzî Hansel û Gretelê bû, di
dilê xwe da got, “Min ew desteser kirin, êdî nema difilitin.”
Serê sibehê, dema zarok hê ji xew
şiyar nebûn, ew şiyar bibû û li ber serê zarokan sekinîbû, got, “Ez ê ji wan
xwarineke xweş çê kim.” Duvra bi milê Hanselî girt û kir axureke biçûk. Derîyê
hesin jî bi ser da girt. Hanselî bi dengekî bilind kir axîn û waxîn lê dengê wî
neçû ti kesî. Vegerîya mal, Gretel hejand û ji xew şiyar kir. Jê ra got, “De
rabe, zexela heram. Here avê bîne, ji birayê xwe ra jî xwarin çê ke. Bila hinek
xurt bibe ez ê wî bixwim.” Gretel girîya lê dîsa jî mecbûr ma bi ya cehdîyê bike.
Di vê navberê da, xwarinên herî
xweş didan ber Hanselê belengaz. Lê ji Gretelê ra tenê hestîyên kewjalan diman.
Serê sibeyan Cehdîya xayîn dihat
axurê û di got, “Hanselê delal, de destê xwe dirêj bike ka ez mêze bikim tu
xurt bûyî yan na.” Hanselî jî her sibehan tenê komek hestî dirêjê wê dikir. Ji
ber ku çavên Cehdîyê baş nedidîtin ŵe jî di got qey bira destê wî ne. Çar hefte
ji ser derbas bûn, êdî sebra wê nema. Ji Gretelê ra got, “De rabe ji min ra ava
germ bîne, ez ê îro avdonka wî çêkim.”
Gretela bêsiûd, gava av dikişand li
ber diket û tijî girîn bû. Paşê rondik barandin û bi lawayan got, “Xwedayên min
ê delal, me biparize. Xwezî li daristanê ajalan me bixwara.” Deng çû Cehdîyê, bi
hêrs got, “Devê xwe bigire. Êdî tu çare tune.”
Sarê sibê, piştî ku Gretelê ava
paqij anî, agir vêxist. Cehdîyê jê ra got, “Min hevîr kiriye. Pêşî em nan li
tenûrê xin.” û Gretela delal ber bi tenûrê va tehn da. Gretelê jê ra got, “Ez
nizanim nan li tenûrê xim. Xêra xwe nîşanî min bide.” Cehdîyê got, “Dînika
heram. Çi heye. Aa tu yê wisa lê xwar bibî....” û hê gotina xwe neqedandibû
Gretelê bi çaqên wê girt û avêt hundirê tenûrê. Bû borebora cehdîyê lê ji nav
agir xelas nebû. Piştî ku cehdî şewitî Gretel bi bazdanê çû cem birê xwe.
Gretelê xwe cih da gihand cem
Hanselî. Derîyê axurê vekir, bi dengekî bilind jê ra got, "Hansel, em
xelas bûn. Cehdîya kefkor mir." Hansal, weke çûkekî ji qefesê azad bibe ji
axur derket. Bi kêfxweşî hevdû hembêz kirin. Êdî sedem nemabûn ku bi tirsin.
Ketin
mala cehdîyê, li her aliyê malê sindoqên tije zêr û zîv hebûn. Hanselî got,
"Ev ji keviran çêtirên." û berîkên xwe tije kirin. Gretelê jî got,
"Em bibin malê jî." û wê jî berîkên piştemala xwe dagirtin.
Piştî ku wan têra xwe berîkên xwe
tije kirin Hanselî got, "Hadê em vegerin mala xwe. Em xwe ji wê daristana
xêrab xelas bikin." Piştî demeke kurt wan xwe gihand çemekî mezin. Hanselî
got, "Em nikarin jê derbas bibin. Ne pireke heye ne jî rêyek.”
Gretelê
got, “Ji vir keştî jî derbas nabin. Wey li wir werdekek avjeniyê dike. Em
jê rica bikim belkî me derbasê alîyê din
bike.” Û pê ra bang lê kir. Got,
Werdekê, werdekê
Werdeka delal
Ez û birayê xwe em li vir mam
Me derbasî aliyê din bikî
Em ê ji te ra bikin dia.
Werdek hat ber wan sekinî. Hansel
lê siwar bû û gazî xwişka xwe kir. Lê Gretel siwar nebû û got, “Na, nikare me
herduyan carekî da bibe. Bila bike du car.”
Werdekê wisa kir, herdu bi saxî û
silametî derbas kirin. Çiqas meşiyan daristan ji wan ra evqas nas dihat. Nişka
va mala hat ket ber çavên wan. Bazdan malê û xwe avêtin stûyê bavê xwe.
Piştî ku ew li daristanê hiştibûn
damarîya wan miribû. Bav jî poşman bibû. Di vê navberê da Gretelê piştemala xwe
vekir û berîkên xwe vala kirin. Hanselî jî yên xwe. Ji wê rojê pêve qet
pirsgirêkên wan neman.
Çîroka me gihîşte dawî, mala xwîner
û guhdaran ava.

Yorumlar
Yorum Gönder