Kayıtlar

didem madak etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Hansel û Gretel

Resim
                                                    Êzingvanekî hêjar, tevî jin û du zarokên xwe li nêzî daristaneke mezin dijîyan. Navê kurê wî Hansel, navê keça wî jî Gretel bû. Wan bi zorê debara xwe dikir. Ji ber ku li welat xela hebû, pirê caran nikaribûn nan jî bistînin. Şevek ji şevan di nav livînan da ji diltengîyan xew bi çavên wî nediket û xwe dibir û dianî. Ji jina xwe ra got, “Ê halê me çi bibe? Em ne dikarin zikê xwe têr bikin ne jî dikarin zikê zarokan.” Jina wî ew bersivand û got, “Guhê xwe bide min, em ê sibe zû rabin û zarokan bibin cihê dehl û dêşan. Em ê ji wan ra agir vêxin û kêliyek nan bidin ber wan. Em ê wan li wir bihêlin û vegerin. Ji xwe ew rêya mal nizanin û ew ê li wir bimînin. Em ê ji wan bifilitin.” Mêrê wê pê qayî...

Sazbendên Bremenê

Resim
  Kerek hebû. Ji ber ku bi salan arvan biribû aşê westiya bû, ji derbê ketibû. Êdî bi kêrî tu tiştî nedihat. Xwedîyê wê rojek ker, jê êm girt. Kerê fam kir ku ne  ji bo xêrê ye. Serê xwe girt û ber bi Bremen’ê ve ket rê. Demek wisa bi tena serê meşiya, bi dû re rastî kûçikekî nêçîrê hat. Kûçik jî westiya bû, wilma wilma wî bû. Kerê jê pirsî: “Te xêr e hevalo, ev çi hilkehilka te ye?” Wî ker bersivand got: “Qet nepirse. Ez pîr bûme, rojbiroj ji taqetê dikevim, êdî nikarim herim seydê. Gava xwedîyê min rahişt ku min bikuje min çardera derî ji cih derxist û ez reviyam. Lê ez nizanim ez ê çawa debara xwe bikim.” Kerê got, “Guhê xwe bide min, ka ez ji te re çi dibêjim. Ez diçim Bremen’ê. Ez ê li Bremen’ê tevî sazbendên bajêr bibim, tu jî bi min re were, dibe ku bihêlin tu jî tev li bibî. Ez ê lavta bi kar bînim. Tu jî li daholê xe.” Ev pêşniyaza kerê, pê xweş hat. Ketin rê. Hinek çûn, rastî pisîngekê hatin. Pisîngeke xemgîn bû.* Kerê jê pirsê: “Çi bi te hatiye, delalê?” Pisîngê ber...

Li Herî Rojhilatê Dilê Min-Didem Madak

Resim
    Min qanûna evînê xwendibû li herî rojhilatê dilê xwe Di hundirê min de çend gund çûne diaya baranê Çend gund di bin avê de ne. Rojhilata dilê min Zarokek bû ku li her nîgarî roj xêz dikir Kerwanên barê xemê dimeşiyan li ser lêvên min Gulxweyî û qelişî bû axa lêvên min. Ji mirinê wêdetir gundek hebû Li wir, li dûr, li herî rojhilatê dilê min. Niha tenê ji min re Evîneke yekalî ma ye ku min di stranên xemgîn de bihîstîbû. Hişê min her sal diferikiya, cehşek spî dianî Lê westiyayî bû Ji ber ku bênavber, bênavber ber bi bîranînê we dibeziya. Li rojhilatê dilê min dinyayeke derewîn hebû. Ya okyanosên wê ne şîn bûn. Jiyan bo min jiyan Mêrikek bû ku dilê wî ji ber sextekarîyê piştî çil salan derketibû Paşeroja min diêşe niha, tenê ne ya min Mînak paşeroja welatê min jî diêşe. Jixwe min dizanibû biharan herî pêşî darbehîv kulîlk didin. Min keçên mirtib ên gulfiroş nas dikir Wan îro, bi pereyê gulekê Difrotin hemû zeman. Ger lawikî ji keçikê re gulek bisenda Min dizanibû ew e dema ...