Milena - kêm maye dîn bibim

 





Ji ber ku min bi Almanî nenivîsand, lê borîna xwe dixwazim, ji ber ku min hûn eciz kirine jî li min biborin, lê dest û nigên min li hev ketine; tu dibêjî qey hişê min, mêjîyê min sekiniye... Tu tiştekî bandor li min nake êdî, heçku hestên min kor bûne. Fam nakim ji tiştên ku tên gotin, ji tu tiştekî fam nakim. Di van rojên dawî de bûyerên gelek xirab qewimîn, dîsa jî nayên bîra min. Heke werin bîra min, divê ez xwe bikujim, tenê vê yekê dizanim. Ji ber çi, çima, çima, çawa qewimîn ev tişt? Dixwazim qala xwe, qala jiyana xwe bikim, lê kêrî çi tên? Nameya wî li ber min e, tiştekî kujinde dixwaze ji min, "Ji min re nenivîse," dibêje, "ji bo em hev nebînin çi ji destê were bike... Tenê vê daxwaza min bîne cih, belkî wê çaxê ez ê bikaribim hêza jînê di xwe bibînim, heke na dê her tişt, her tişt biqede." Ji min çi tê? Ceger nakim ku tenê gotinek binivîsim, jê tiştek bipirsim; tew, ez nizanim jê çi bipirsim jî! Nizanim. Tiştê ku ez naxwazim bizanibim çi ye gelo? Ez vê yekê jî nizanim. Nehlet li şeytan!... Dixwazim heta hestîyên min têkevin nav mêjîyê min, serê xwe di nav destên xwe de bijdînim. Li cem wî bûn hûn, dibe ku hûn bizanibin? Sûcê min e? Tenê vê bibêjin bes e, sûcdar im ya na? Dixwazim hîn bibim. Di bextê we de me, ji bo navê Xwedê  ji bo hûn dilê min xweş bikin nebêjin, "Di vê mijarê de kes ne sûcdar e." Li ser analîzkirina rihê jî nesekinin ji kerema xwe. Ez tevliheviyên wisa, tiştên wisa dizanim. Max, hêvîya min bi we heye, di van rojên min ên xeter de, Xwedê jî dizane, di bextê we de me hûn jî bawerîya xwe bi min bînin, bizanibin ez çi dixwazim. Ne ku nizanim Franz kesekî çawa ye; dizanim çi dikişîne, lê dîsa jî tu tiştekî nizanim, Max, kêm maye dîn bibim, li gorî pêdivîyê çê lazim bû min kir, min jiyana xwe li gorî wî saz kir, di fikrên min de, di ramanên min de tiştekî şaş tune bû, lê sûcê tiştekî, ê kesekî heye, dizanim heye. Dixwazim bizanibin û fam bikim sûcê çi ye, ê kê ye. Nizanim hûn ji derdê min fam dikin? Binêrin ez dixwazim hîn bibim gelo min jî mîna jinên din xemgîn kir ew. Ji rûyê vê xemgînîyê giran bû, qey loma ji min direve? Ji bo vê yekê xwe spartiye tirsa xwe, ji vê yekê ye divê ez tune bibim, ji jiyana wî derkevim? Tenê sûcê min e? Hekena qey xulqê wî wisa ye loma? Divê ez van tiştan fam bikim, dixwazim van tiştan bizanibim Max! Belkî tenê hûn dizanin. Di bextê we de binivîsin ji min re, rica min ji we binivîsin, her tiştî rasterast, eşkere, zehmet be jî, êşdar be jî rastîyê ji min re binivîsîn, fikrê we yê di derbarê vê mijarê de, çi be, çawa dibe bila bibe, dixwazim bizanibin. Bi nivîsandina xwe, dizanim xwe mezin nîşan didim. Di çi rewşê de ye binivîsin, ez nizanim di çi halî de ye, tu tiştekî nizanim, çend meh e. Ez ê îmze nekim, li min biborin, ez ê nikaribim vê nivîsê jî careke din bixwînim. Bi xatirê we.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Kafka - Xeynî navê te nikarim tiştekî binivîsim

Milena Jesenská - Kafka Mir

Sylvîa-Asuman Susam