Helbestkar - Rainer Maria Rilke
Zemano, tu niha dûr dikevî ji min.
Birîndar dikin min, her ku diweşin baskên te.
Bibêje gava tenê dimînim, bi kêrî çi tên
Lêvên min, şev û rojên min bi tena serê xwe?
Ne hezkirîyek heye bi dilê min,
Ne çar dîwar ne jî demsalek.
Kesên ku min jîyana xwe ji wan re kir qurban
Ji nişkê ve dewlemend dibin, xerc dikin m
in.

Yorumlar
Yorum Gönder