Milena - ji xeynî Franzî tu tiştekî girîng tune ji bo min

 


21ê Tirmeha 1920an


Ji we daxwazeke min a mezin heye; hûn dizanin, Franz behsa rewşa xwe nake, "Baş im," dibêje, "tenduristîya min têrî xwe baş e." û tim di ser guh re diavêje. Tiştekî gelek zehmet e, famkirina vî zilamê delal. Ji bo vê yekê ji we lavahî dikim, bi aweyekî rasterast lavahî dikim, heke sedema xemgînîyê ez im, heke ji rûyê min êş dikişîne, tavilê binivîsin ji min re, dibe? Ez we nadim dest, soz didim. Hêvîkirin  ji nivîsandina we  jî, bêhna min derxist. Nizanim ez ê çawa bikaribim alîkariya wî bikim; lê dîsa jî pêjn dikim ku dê alîkarîya min bigihîje wî. Mirov mecbûr e ji we hez bike, pesnê we bide... Franz wisa dibêje. Ez jî heman tiştî his dikim ji bo we. Pêbawerîyeke bêsînor heye di dilê min de, ji bo we, ji niha ve spas dikim. 


M. P.


29ê Tirmeha 1920an


Ji pîyan ketim. Min nizanibû ku Franz evqas nexweş e! Sipîsax bû li vir, min tenê carek jî nebihîst kuxika wî; li cem min kesekî zindî û bikêf bû, bêxewî nedikêşand. Hûn spasîya min dikin, Maxê delal, ya min ha? Lê bi min re bixeydin, ji ber ku ez xwe ji vir tevnadim, ji ber ku nikarim herim cem wî, berê xwe bidin min; ji ber ku ji xeynî nivîsandina nemayan nikarim tiştekî bikim, divê dilê we mabûya. Lê dîsa jî, ji kerema xwe, nebe, nebe hûn ji min biheridin; di derheqê min de xerab nefikirin... Nebêjin qey ez dev ji vî karî  berdidim, * Peritîme ji ber xemgînîyê, li hev şaş bûme, ji pertav ketime (Ji Franzî re qal nekin). Max, heke bi gotina we be, heke xêra min bigihîje wî, ev ji bo min, bextewerîya herî mezin e.

Ji bo here li cihekî bêhna xwe bide, ji destê min çi were ez ê bikim; heke dîsa nebe ez ê rabim û werim Pragê, em ê bi hev re hewl bidin, em ê wî bişînin. Hewce dike bibêjim? Ez ê ji bo wî her tiştî bikim. 

Zewaca min, hezkirina min a li hemberê mêrê min... Ev tişt, gelek xerbilî ne, Max; nabe di nameyê de qal bikim.* Ez nikarim tavilê ji vir derkevim, dibe ku ez nikaribim qet jî derkevim; lê.. Na na, qalkirina vê meseleyê ehmeqî ye. Ez bêrawestan xwe dûr didim, ji bo xilasbûna xwe li derfetan digerim; heta hebim dixwazin tiştê baş û rast bikim, hew! Bawerîya xwe bi gotinên min bînin, Max, xemgînîya wî min dikuje, bizanin ku, ji xeynî Franzî tu tiştekî girîng tune ji bo min li ser rûyê erdê.

Niha hûn li cem wî ne, dilê min hinek rehet e; heke tiştekî divê bê gotin hebe, qet şerm nekin, rasterast bi eşkere ji min re binivîsin. Hûn ê binivîsin ne wisa? Ji ber ku hûn li cem Franzî ne, ez jî xwe bi qasî berê bi tenê hîs nakim êdî. Ji bo rêwîtiya wî çi hewce be, bijîşkî çi gotibe, binivîsin ji min re. Hêvî bi başbûna wî heye yan na? Çima dipirsim van tiştan? Niha ev ne girîng in, ya girîng çûyîna wî ye, dizanim dê here jî. Dixwazim bêsekan spasîya we bikim Max, nameya we dilê min rehet kir. Ji bo bi navê Max bang li we dikim, li min biborin, ji Franz hîn bûm, ew jî wisa gazîyê we dike. 


Li gel silavan

Milena P.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Kafka - Xeynî navê te nikarim tiştekî binivîsim

Milena Jesenská - Kafka Mir

Sylvîa-Asuman Susam