Franz Kafka - divê li Viyanayê bûma

 



Ew du nameyên te yên xemgîn, pêr gihîştin destê min; do jî tenê telgrafeke te hat (ji tunebûnê baş e, lê di telgrafa te de tişteke ne xwazayî hebû, qutbûneke di her telgrafê de heyî), lê îro deng ji te derneketi; xirab e ev, pir xirab e.

Wan herdu nameyên te jî li her dilê min nedan, qet û qet li ber dilê min neda. Te gotibû "Ez ê tavilê binivîsim." lê te nenivîsand. Şevtira din min telgrafa "Birûska Bibersiv" şandibû, divê heta niha bersiva wê jî bigihîşta ber destê min. Tiştên ku min di telgrafê de nivîsandibûn li vir datînim: "Tiştekî herî rast ê ku divê bûbûya, bû, bi ber nekeve, vê derê, mîna mala xwe bihesibîne. J. û jina xwe hefteyek şûn ve dê li Vîyanayê bin. Ez ji te re pere çawa bişînim." Ez hê jî li benda bersivê me. Carinan di ber xwe de dibêjim, "Li trênê siwar be, here Viyanayê." "Lê Milena naxwaze, bi tu awayî naxwaze." "Heke biçin," dibêjim, "dê mecbûr bimîne biryarek bigire. Xemgîn e, di nav fikaran de ye, loma Stassayê dixwaze." Lê dîsa jî divê li Viyanayê bûma, lê zêde baş nîn im. Dilrihet im, bi aweyekî bi çavan tê dîtin dilrihet im, bi qasî ku min jê qet hêvî nedikir, ji van salên dawî zêdetir, lê belê, dikuxim, tim û tim, bi şev jî ji çarêkek zêdetir didome kuxika min. Dibe ku hewaya Pragê bi min ketibe, belkî jî bandora rojên xirab a Meranê ye, berîya ku ez te nas bikim û li nav çavên te binêrim. 

Viyana çawa wisa bû cihekî tarî û zilûmat... Halbûkî wan çar rojan, ji serê sibehê heta êvarê têrronî bû. Çi diqewime li wir? Min li vir, dev jê nivîsandinê berdaye, destê xwe daye ser cînêkê xwe, rûniştî me, li wir çi amadeyî tên kirin?

Gava din ez bîstek li ser qenepeyê rûniştim, ji şibaka vekirî min li baranê temaşe kir, ji hişê min gelek îhtîmal derbas bûn, dibe ku tu nexweş bî? Westiyayî û bêhal dirêjkirî yî belkî? Ez serî li Xanim K.yê bidim? Bi dû re dibêjim, derî vebibe, Milena bikeve hundir! Ecêb e, lê gelek asayî ye, ji min re wisa hat ku dê biqewime.



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Kafka - Xeynî navê te nikarim tiştekî binivîsim

Milena Jesenská - Kafka Mir

Sylvîa-Asuman Susam