KEÇİKA KUMSOR
Berê keçikeke şirîn û biçûk hebû, kê ew bidîta dilê wan lê dikeliya, bi teybetî jî dilê pîrika wê. Wisa ku nedizaniya jê re çi bike. Pîra wê, carek ji şîfon kumeke sor dîyarîya wê kir. Kum wisa lê hatibû ku ji serê xwe dernedixist. Ji ber vê herkesî bi navê Kumsorê bang lê dikir. Rojek dayika wê jê re got: “Ca were Kumsorê, van nanê sêlê û vê ava sûsê bibe ji pîrika xwe re. Rebenok nexweş û bêhal e, dê ev jê re baş bin. Zû bike ku berê hewa germ bibe tu xwe bigihînî. Nebe ku tu ji rê derkevî, wir de û vir de biçî. An na tu yê şûşê bixînî û bişkînî û dê pîrika te bê ava şûşê bimîne. Gava ku tu ketî hundir ji bîrneke, bêje roj baş, li her quncikê jî nenêre.” Keçikê got, “Mereq neke!” û ji diya xwe xatir xwest. Mala pîrika wê di nav daristanê de bû daristan nîv seet ji gund dûr bû. Kumsor, çawa ket nav daristanê ew û gur rastî hev hatin. Lê ji ber ku nedizaniya gur heywanekî çawa xirab e jê netirsiya. Gurî got: “Dem baş, Kumsorê!” “Spas dikim, biraguro!” “Vê şeveqê zû tu wisa k...