Kayıtlar

Milena Jesenská etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Milena - kêm maye dîn bibim

Resim
  Ji ber ku min bi Almanî nenivîsand, lê borîna xwe dixwazim, ji ber ku min hûn eciz kirine jî li min biborin, lê dest û nigên min li hev ketine; tu dibêjî qey hişê min, mêjîyê min sekiniye... Tu tiştekî bandor li min nake êdî, heçku hestên min kor bûne. Fam nakim ji tiştên ku tên gotin, ji tu tiştekî fam nakim. Di van rojên dawî de bûyerên gelek xirab qewimîn, dîsa jî nayên bîra min. Heke werin bîra min, divê ez xwe bikujim, tenê vê yekê dizanim. Ji ber çi, çima, çima, çawa qewimîn ev tişt? Dixwazim qala xwe, qala jiyana xwe bikim, lê kêrî çi tên? Nameya wî li ber min e, tiştekî kujinde dixwaze ji min, "Ji min re nenivîse," dibêje, "ji bo em hev nebînin çi ji destê were bike... Tenê vê daxwaza min bîne cih, belkî wê çaxê ez ê bikaribim hêza jînê di xwe bibînim, heke na dê her tişt, her tişt biqede." Ji min çi tê? Ceger nakim ku tenê gotinek binivîsim, jê tiştek bipirsim; tew, ez nizanim jê çi bipirsim jî! Nizanim. Tiştê ku ez naxwazim bizanibim çi ye gelo? Ez vê y...

Milena - ji xeynî Franzî tu tiştekî girîng tune ji bo min

Resim
  21ê Tirmeha 1920an Ji we daxwazeke min a mezin heye; hûn dizanin, Franz behsa rewşa xwe nake, "Baş im," dibêje, "tenduristîya min têrî xwe baş e." û tim di ser guh re diavêje. Tiştekî gelek zehmet e, famkirina vî zilamê delal. Ji bo vê yekê ji we lavahî dikim, bi aweyekî rasterast lavahî dikim, heke sedema xemgînîyê ez im, heke ji rûyê min êş dikişîne, tavilê binivîsin ji min re, dibe? Ez we nadim dest, soz didim. Hêvîkirin  ji nivîsandina we  jî, bêhna min derxist. Nizanim ez ê çawa bikaribim alîkariya wî bikim; lê dîsa jî pêjn dikim ku dê alîkarîya min bigihîje wî. Mirov mecbûr e ji we hez bike, pesnê we bide... Franz wisa dibêje. Ez jî heman tiştî his dikim ji bo we. Pêbawerîyeke bêsînor heye di dilê min de, ji bo we, ji niha ve spas dikim.  M. P. 29ê Tirmeha 1920an Ji pîyan ketim. Min nizanibû ku Franz evqas nexweş e! Sipîsax bû li vir, min tenê carek jî nebihîst kuxika wî; li cem min kesekî zindî û bikêf bû, bêxewî nedikêşand. Hûn spasîya min dikin, Maxê del...

Milena Jesenská - Kafka Mir

Resim
  Pêr, li Sanatoryuma Kierlingê ya nêzî Klosterneuburga banliyoya Vîyanayê, nivîskarê Alman Dr. Franz Kafka, ku li Pragê dijiya, mir. Ji ber ku kesekî nedişibiya ti kesî, li vir kesên ku wî nas bikin kêm bûn, mirovekî gelek zana bû û ji jiyanê dibizdiya; bi salan bû ji cegerê nexweş bû, nexweşîya xwe derman dikir, lê li aliyekî din bi zanebûn nexweşîya xwe xurt dikir û bi fikrê xwe ew diparast. Di nameyekê xwe de, "Gava giyan û dil nikaribin di bin êşê de rabin, qet nebe ji bo ku êşê wekhev bigirin, nîvê giranîyê ciger digire xwe." nivîsandibû, nexweşîya wî eynî wisa dest pê kiribû. Û hema bêje narînîyeke derasayî, tekûzîyeke fikrî ya ku bi aweyekî muhteşem tawîz nedida, dabû wî; bi morovîya xwe, tirsa entelektuel ya li hemberî jiyanê dabû ser pişta nexweşiya xwe. Kesekî şermok, bizdok, sernerm û baş bû; lê pirtûkên dilkevir û dilêş nivîsandin. Li gorî wî dinya, bi rihên xerab yên ku bi çavan nayên dîtin û mirovên bêparêz hûr û tune dikin, dagirtiye. Ji bo jiyana xwe bidomîn...