Kayıtlar

Milena - kêm maye dîn bibim

Resim
  Ji ber ku min bi Almanî nenivîsand, lê borîna xwe dixwazim, ji ber ku min hûn eciz kirine jî li min biborin, lê dest û nigên min li hev ketine; tu dibêjî qey hişê min, mêjîyê min sekiniye... Tu tiştekî bandor li min nake êdî, heçku hestên min kor bûne. Fam nakim ji tiştên ku tên gotin, ji tu tiştekî fam nakim. Di van rojên dawî de bûyerên gelek xirab qewimîn, dîsa jî nayên bîra min. Heke werin bîra min, divê ez xwe bikujim, tenê vê yekê dizanim. Ji ber çi, çima, çima, çawa qewimîn ev tişt? Dixwazim qala xwe, qala jiyana xwe bikim, lê kêrî çi tên? Nameya wî li ber min e, tiştekî kujinde dixwaze ji min, "Ji min re nenivîse," dibêje, "ji bo em hev nebînin çi ji destê were bike... Tenê vê daxwaza min bîne cih, belkî wê çaxê ez ê bikaribim hêza jînê di xwe bibînim, heke na dê her tişt, her tişt biqede." Ji min çi tê? Ceger nakim ku tenê gotinek binivîsim, jê tiştek bipirsim; tew, ez nizanim jê çi bipirsim jî! Nizanim. Tiştê ku ez naxwazim bizanibim çi ye gelo? Ez vê y...

Milena - ji xeynî Franzî tu tiştekî girîng tune ji bo min

Resim
  21ê Tirmeha 1920an Ji we daxwazeke min a mezin heye; hûn dizanin, Franz behsa rewşa xwe nake, "Baş im," dibêje, "tenduristîya min têrî xwe baş e." û tim di ser guh re diavêje. Tiştekî gelek zehmet e, famkirina vî zilamê delal. Ji bo vê yekê ji we lavahî dikim, bi aweyekî rasterast lavahî dikim, heke sedema xemgînîyê ez im, heke ji rûyê min êş dikişîne, tavilê binivîsin ji min re, dibe? Ez we nadim dest, soz didim. Hêvîkirin  ji nivîsandina we  jî, bêhna min derxist. Nizanim ez ê çawa bikaribim alîkariya wî bikim; lê dîsa jî pêjn dikim ku dê alîkarîya min bigihîje wî. Mirov mecbûr e ji we hez bike, pesnê we bide... Franz wisa dibêje. Ez jî heman tiştî his dikim ji bo we. Pêbawerîyeke bêsînor heye di dilê min de, ji bo we, ji niha ve spas dikim.  M. P. 29ê Tirmeha 1920an Ji pîyan ketim. Min nizanibû ku Franz evqas nexweş e! Sipîsax bû li vir, min tenê carek jî nebihîst kuxika wî; li cem min kesekî zindî û bikêf bû, bêxewî nedikêşand. Hûn spasîya min dikin, Maxê del...

Franz Kafka - divê li Viyanayê bûma

Resim
  Ew du nameyên te yên xemgîn, pêr gihîştin destê min; do jî tenê telgrafeke te hat (ji tunebûnê baş e, lê di telgrafa te de tişteke ne xwazayî hebû, qutbûneke di her telgrafê de heyî), lê îro deng ji te derneketi; xirab e ev, pir xirab e. Wan herdu nameyên te jî li her dilê min nedan, qet û qet li ber dilê min neda. Te gotibû "Ez ê tavilê binivîsim." lê te nenivîsand. Şevtira din min telgrafa "Birûska Bibersiv" şandibû, divê heta niha bersiva wê jî bigihîşta ber destê min. Tiştên ku min di telgrafê de nivîsandibûn li vir datînim: "Tiştekî herî rast ê ku divê bûbûya, bû, bi ber nekeve, vê derê, mîna mala xwe bihesibîne. J. û jina xwe hefteyek şûn ve dê li Vîyanayê bin. Ez ji te re pere çawa bişînim." Ez hê jî li benda bersivê me. Carinan di ber xwe de dibêjim, "Li trênê siwar be, here Viyanayê." "Lê Milena naxwaze, bi tu awayî naxwaze." "Heke biçin," dibêjim, "dê mecbûr bimîne biryarek bigire. Xemgîn e, di nav fikaran de ...

Milena Jesenská - Kafka Mir

Resim
  Pêr, li Sanatoryuma Kierlingê ya nêzî Klosterneuburga banliyoya Vîyanayê, nivîskarê Alman Dr. Franz Kafka, ku li Pragê dijiya, mir. Ji ber ku kesekî nedişibiya ti kesî, li vir kesên ku wî nas bikin kêm bûn, mirovekî gelek zana bû û ji jiyanê dibizdiya; bi salan bû ji cegerê nexweş bû, nexweşîya xwe derman dikir, lê li aliyekî din bi zanebûn nexweşîya xwe xurt dikir û bi fikrê xwe ew diparast. Di nameyekê xwe de, "Gava giyan û dil nikaribin di bin êşê de rabin, qet nebe ji bo ku êşê wekhev bigirin, nîvê giranîyê ciger digire xwe." nivîsandibû, nexweşîya wî eynî wisa dest pê kiribû. Û hema bêje narînîyeke derasayî, tekûzîyeke fikrî ya ku bi aweyekî muhteşem tawîz nedida, dabû wî; bi morovîya xwe, tirsa entelektuel ya li hemberî jiyanê dabû ser pişta nexweşiya xwe. Kesekî şermok, bizdok, sernerm û baş bû; lê pirtûkên dilkevir û dilêş nivîsandin. Li gorî wî dinya, bi rihên xerab yên ku bi çavan nayên dîtin û mirovên bêparêz hûr û tune dikin, dagirtiye. Ji bo jiyana xwe bidomîn...

Rosa Luxemburg- Berdilkê Min

Resim
  Yarê min, berdilkê min, dilpakê min, sernermê min ê yekta! Min bersiva azirandina te neda! Ez lawaz in, nikarim ji te bixeydim. Tu niha çiqas baş î lê ez ê ti carî ji rûyê hêrsa te, te efû nekim, çimkî ez bawer in, gava em dîsa bigihîjin hev, di nav hefteyekê de be jî, tu yê dîsa hêrs bibî, ez ji vê emîn im. Min ji dilê xwe çend caran pirsî, lê na nabe, nikarim te efû bikim, min heyfa xwe nestendiye, nabe ji bîr bikim. Pir lawaz im, sedem hinek fîzîkî ye: tenê hebûna te dikare bi min baştir bide hîskirin. Lê bi xwe ve têm, hêdî hêdî baş dibim. Ji ber çi ye nizanim, bi ti awayî nikarim tiştên ku dixwazim ji te re bibêjim li ser kaxizê binivîsînim, gelek tişt hene divê jê were behskirin. Ez êdî bûme keseke gelek giran û gelek caran li ser jiyana te, li ser jiyana xwe difikirim. Ez ev qas bêhal im ku pênûs ji nav tilîyên min dişeqite û dikeve. Piştî ku ez ji te re nameyek dinivîsim, dikevim halê nîvmirîyekê, divê ez hêza xwe ya mayî ji Bernsteinê re bihêlim. Min do reşenivîsara ewil...

Kafka - Xeynî navê te nikarim tiştekî binivîsim

Resim
                                                                                                                Prag, Yekşem. Milena, Milena, Milena... Xeynî navê te nikarim tiştekî binivîsim. Lê divê binivîsim! Îro şaşwaz im, betilî me û bê te me Milena. (Tu yê sibehê jî ne li cem min bî.) Ez ê çima ne bêmecal bim? Ji ber ku nexweş im, ji min re dibêjin, şeş meh tiştek neke, rojên xwe vala derbas bike. Lê ji van rojan, tenê çar rojan dibexşînin min. Ji van çar rojan jî, ji yekşemê û sêşemê hinek didin, serê sibehê û êvarê jî ji min distînin. Milena, ji ber ku ez baş negihiştime tenduristîya xwe, sûcê min e qey? (Ez vana di guhê te yê çepê de dibêjim. Tu piş...

Payîz - Rainer Maria Rilke

Resim
  Xwedêyo, wext e êdî. Ezamet bû havîn.  Sîya xwe bi ser taverojê ve berde Bayê bi ser mêrgan ve. Bifermîne bila bistewin fêkîyên dereng Du rojên din jî bi de wan, ji rojên başûr ên germ Wan bide zorê ber bi gihandinê ve Bila derbasî şerabê bibe çêja wan. Bêwar, êdî çênake ji xwe re warek, Tenê ye, bi tenê dimîne demeke dirêj; Şîyar dibe, dixwîne, nameyên dirêj dinivîsîne, Dema pel diweşin  Bi tirs digere di bin daran de, bi vir ve û bi wir ve.

Helbestkar - Rainer Maria Rilke

Resim
  Zemano, tu niha dûr dikevî ji min. Birîndar dikin min, her ku diweşin baskên te. Bibêje gava tenê dimînim, bi kêrî çi tên Lêvên min, şev û rojên min bi tena serê xwe? Ne hezkirîyek heye bi dilê min, Ne çar dîwar ne jî demsalek. Kesên ku min jîyana xwe ji wan re kir qurban Ji nişkê ve dewlemend dibin, xerc dikin m in.

Masîgir û Masîyê Zêrîn-A.S. Pûşkîn

Resim
  Çîroka Masîgir û Masîyê Zêrîn ya A.S. Pûşkînî ji hêla Cesimê Celîl ve di sala 1937an de li Rewanê hatiye wergerendin. Ev çîrok yek jê “Çîrokên Brayên Grîmm”ê ye. Pûşkînî ev çîrok careke din, bi helbestî û şêwazeke nû nivîsandiye. Ev çîrok di nav çîrokên Grîmman de bi navê Masîgir û Jina Wî bi cih digire. Mesîgirekî kal jina xweye pîr Kêleka bera mezinda diman. Ji berê kalê tim mesî digirt, Pîrê jî malda teşî badida. Awa tevayî wana emir kir, Holika kevnda sîsê sal temam. Û rojekê jî kalê çû berê, Ku mesî bigre bi tora berê. Kalê şa û eşq tor avît avê, Û cara ewlin lîl derxist tenê. Cara duda jî tor avît berê, Bi gîhê berê tor hat vê carê. Lê cara sisya çaxê tor avît, Dikarin bêjin qe kalê çi dît? Mesîke zêrîn torê derxist xwera Qîza zêr û zer ew qîza padşê, Mîna dîlekî ket tora kalê, Qîza padşayê mesîyê tev bera. Mesîya belengaz tewaqe dikir, Bi zarê merîya jê hîvî dikir: Min berde kalê, berde bêzirar Ezê bidim te pir hebûn û kar, Çi ku bixwezî, çi emir bikî, Bawarke tuê ji min b...

Mêş û Morî - La Fontaine

Resim
    Mêş û morî rojek dev dikin devê hev Dibêjin tu hêjatir î yan ez Mêş dibêje, “Ey xwedayê mezin, çawa dibe Çawa Kizêkeke adî ya dixuşe Çawa xwe wek min dibîne Ma ez ne qîza hewaya ezmanî me? Nexweşîya xwemezindîtinê Çawa wisa kor dike çavên wê Ez diçin qesran û têm Ez li ser sifra te rûdinim Gava gayan ji te re dikin qurban Berîya te ez dinêrim li taman. Ez li ku ew qeşmera hêjar li ku Tiştê bi xwe re kaş dike û dikişîne Qirş û qal in bi rojan dixwe. De keçê, bêje min Tu qet vedinişî ser serê şahekî, mîrzakî û delalekê? Ez vedinişim, gava bixwaze dilê min Diçim miz didim û maç dikim serê memikên spî Digerim û dilîzim li ser porê hewrîşmî. Spîya wê spîtir dibe Rûyê ku ez lê vedinişim. Berxê min, karê dawî ya jinikekê çi ye Gava diçe ku zilaman bixirîne? Rûyê xwe bi şanên sûnî xemlandin e. Mêsikê, navê wan şanan bi fransî çi ye? Tu bi pesnê kîlerên xwe Dîsa serî li min diwerimînî.” Morî dibêje, “Gotina te qediya? Nalet li te tînin di qesrên tu tê d...

Hansel û Gretel

Resim
                                                    Êzingvanekî hêjar, tevî jin û du zarokên xwe li nêzî daristaneke mezin dijîyan. Navê kurê wî Hansel, navê keça wî jî Gretel bû. Wan bi zorê debara xwe dikir. Ji ber ku li welat xela hebû, pirê caran nikaribûn nan jî bistînin. Şevek ji şevan di nav livînan da ji diltengîyan xew bi çavên wî nediket û xwe dibir û dianî. Ji jina xwe ra got, “Ê halê me çi bibe? Em ne dikarin zikê xwe têr bikin ne jî dikarin zikê zarokan.” Jina wî ew bersivand û got, “Guhê xwe bide min, em ê sibe zû rabin û zarokan bibin cihê dehl û dêşan. Em ê ji wan ra agir vêxin û kêliyek nan bidin ber wan. Em ê wan li wir bihêlin û vegerin. Ji xwe ew rêya mal nizanin û ew ê li wir bimînin. Em ê ji wan bifilitin.” Mêrê wê pê qayî...

Sazbendên Bremenê

Resim
  Kerek hebû. Ji ber ku bi salan arvan biribû aşê westiya bû, ji derbê ketibû. Êdî bi kêrî tu tiştî nedihat. Xwedîyê wê rojek ker, jê êm girt. Kerê fam kir ku ne  ji bo xêrê ye. Serê xwe girt û ber bi Bremen’ê ve ket rê. Demek wisa bi tena serê meşiya, bi dû re rastî kûçikekî nêçîrê hat. Kûçik jî westiya bû, wilma wilma wî bû. Kerê jê pirsî: “Te xêr e hevalo, ev çi hilkehilka te ye?” Wî ker bersivand got: “Qet nepirse. Ez pîr bûme, rojbiroj ji taqetê dikevim, êdî nikarim herim seydê. Gava xwedîyê min rahişt ku min bikuje min çardera derî ji cih derxist û ez reviyam. Lê ez nizanim ez ê çawa debara xwe bikim.” Kerê got, “Guhê xwe bide min, ka ez ji te re çi dibêjim. Ez diçim Bremen’ê. Ez ê li Bremen’ê tevî sazbendên bajêr bibim, tu jî bi min re were, dibe ku bihêlin tu jî tev li bibî. Ez ê lavta bi kar bînim. Tu jî li daholê xe.” Ev pêşniyaza kerê, pê xweş hat. Ketin rê. Hinek çûn, rastî pisîngekê hatin. Pisîngeke xemgîn bû.* Kerê jê pirsê: “Çi bi te hatiye, delalê?” Pisîngê ber...

KEÇİKA KUMSOR

Resim
  Berê keçikeke şirîn û biçûk hebû, kê ew bidîta dilê wan lê dikeliya, bi teybetî jî dilê pîrika wê. Wisa ku nedizaniya jê re çi bike. Pîra wê, carek ji şîfon kumeke sor dîyarîya wê kir. Kum wisa lê hatibû ku ji serê xwe dernedixist. Ji ber vê herkesî bi navê Kumsorê bang lê dikir. Rojek dayika wê jê re got: “Ca were Kumsorê, van nanê sêlê û vê ava sûsê bibe ji pîrika xwe re. Rebenok nexweş û bêhal e, dê ev jê re baş bin. Zû bike ku berê hewa germ bibe tu xwe bigihînî. Nebe ku tu ji rê derkevî, wir de û vir de biçî. An na tu yê şûşê bixînî û bişkînî û dê pîrika te bê ava şûşê bimîne. Gava ku tu ketî hundir ji bîrneke, bêje roj baş, li her quncikê jî nenêre.” Keçikê got, “Mereq neke!” û ji diya xwe xatir xwest. Mala pîrika wê di nav daristanê de bû daristan nîv seet ji gund dûr bû. Kumsor, çawa ket nav daristanê ew û gur rastî hev hatin. Lê ji ber ku nedizaniya gur heywanekî çawa xirab e jê netirsiya. Gurî got: “Dem baş, Kumsorê!” “Spas dikim, biraguro!” “Vê şeveqê zû tu wisa k...

Rapûnzel

Resim
  Berê, jinek û mêrek hebûn. Ev demeke dirêj bû ku wan zarokek dixwest lê zarokên wan çênedibû. Jinê rojek bi hêvî got Xwedê dê zarokek bide min. Li pêşt mala wan şibakek hebû. Dema ji şibakê li derve mêze dikir, giyayên bêhnxweş û kulîlkên herî xweş ên cîhanê didîtin. Lê dora baxê dîwar hebû û kes nediwêrîya ku têkeve. Çimkî ev bax, ya cehdîyekê bihêz bû ku her kes jê ditirsîya. Jinê, rojek ji rojan ji şibakê li wê baxê mêze kir. Li zêvîyek giyayê zimanê gamêşê şîn bibû, giya wisa xweş û teze xuya dikir ku dilê wê çû. Ji wê rojê pêve kengê lê mêze dikir dilê wê diçû. Lê ji ber ku dizanîya dê nikare bixwe wek gulek diçilmisîya, roj bi roj lawaz dibû. Rih di rûyê wê da nemabû. Mêrê wê li rewşa wê mêze dikir û dilê wî pê dişewitiya. Jê pirsî, “Çiyê te heye, Xanima min?” Wê jî bersivand û got, “Ez dibêjim qey ez wê gîyayê nexwim ez ê bimirim.” Wê çaxê mêrê wê di ber xwe da got, “Ger tu naxwazî xanima te bimire, çi dibe bila bibe divê tu herî û jê ra wê gîyayê bînî.” Gava bû şev û diny...

Lavînîa - Özdemir Asaf

Resim
  Ez ê ji te ra nebêjim neçe Tu dicemidî, caketê min bigre Ev, demên herî xweş ên rojê ne Li cem min bimîne.   Ez ê ji te ra nebêjim neçe Dîsa tu û ya xwa Tu yê biêşî. Ez ê ji te ra nebêjim neçe   Lê neçe, Lavînîa. Ez ê navê te veşêrim Tu jî hay jê nebe, Lavînîa. Ger derewan bixwazî, ez ê ji te ra derewan bikim

Pêşek - Metin Altıok

Resim
  Laşê min dicemide, dilê min dinale Spîndarno, ax spîndarno! Wan ez bi meqesek hov Ji wêneyekî kevn qewitan. Li wir ma palûçekî min Di valahiyê da xwe çêdike. Li ser milê min destekî jêkirî Hê jî bêsekan xwînî dibe. Spîndarno, ax spîndarno Êşê daye pey min,  li min difîke.

Xemgînîya Tenêtîyê-Furûx Ferrûxzad

Resim
  Li pişt şibakê berf dibare Li pişt şibakê berf dibare Destek tovê xemê diçîne Di bêdengîya dilê min de.   Pîştî te wisa dawîya jiyana min dît Spî bû porê te, hey berfê Lê tu li dilê min barîyayî Ne li ser gora min.   Wekî şexakî, diricife laşê min Ji sermaya tenêtîyê. Tirsnakîya tenêtîyê Xwe berdide li tarîtîya dilê min   Êdî tu germ nakî dilê min, Evînê Hey tava qerisî Dilê min çola bêhivîtîyê ye Westîyayî me, ji evînê westîyayî.   Hey şeytana xapînok, helbest Bişkoka dilşa ya te jî hişk bû, Dawîya dawîn hişyar bû Giyana min ji vê xewa xembar.   Ji vê pê de min li çi mêze kiribe Min şeraba hestbir dît. Çi heyfe ku tişta ez li digeriyam Xeyala xewnekê bû.   Xwedayo, derîyê dojehê webike bo min Ez ê heta kengê veşêrim di dilê xwe de Hewesa germahîya dojehê Min pir dît tava ku li rojava diçe ava Lê çi heyf e li bakûr vemirî Tava min a ku ti car nediçû ava.   Jê pê ve ez li çi digeriyam Jê pê ve ez çi çavderî dikim? Barandi...

min dilek tune - Küçük İskender

Resim
Êdî min dilek tune gava ji te re giriyam Gava li te fikirîm êdî min dilek tune  Gava ji yekê re behsa te dikim lê naxe dilê min Dilê min li naxe gava te di xewn de dibînim Min bi ya te kir, êdî min dilek tune Min dilêva lîstikekê de da zarokekî Min girt û avêt ber kûçikekî beredayî ji bo zikê xwe pê têr bike Min li ser avê  wek perçê qermîtî pekinand Û ez sekinîm bo binav bibe Ez sekinîm keştîyeke şewitî çawa Bi girîn binavbibe. Min bi ya te kir, êdî min dilek tune  Êdî min dilek tune gava min li wêneyên kevn nêrî Gava bêrîya te dikim  Min dilekî jibermayî tune. Tune.

Çavên Te Di Çavên Min de - Ümit Yaşar Oğuzcan

Resim
  Qey tim wisa zarokane dinêrin çavên te? Qey tim wisa roniyeke dûr tê de vêdikeve? Di çavên te de tişteke ku bêhna min pê derdikeve heye Wek ku li qeraxa behrên herî sekan bim Bibawanek im niha li lîmana te Ji bahozan hatim tê de bêhna xwe didim Naxwazim ev sekan, ev bêdengî qet biqede Bila demên herî bêhempa li cem te derbas bibin. Qet negire çavên xwe, bila kêm nebe ronîya te Rojên min, ronîya min, kêzika hevrîşmî ya min, Kulîlka min a dawî ya li bexçeya payîzê vebûyî Bila dilê min ê rawestî bi te nasneke xemê Çavên xwe yên sekane dûr nexe ji çavên min Wan çavên xwe yên sekane, bêderew, çavên xwe yên tenha.

Ez Spasîya Te Dikim-Ülkü Tamer

Resim
  Ez spasîya te dikim, te ez maçî kirim Dema ez raketî bûm, ji enîya min te ez maçî kirim Hênikayîyê li daristanokan xist, rih ket banîyên min Tu, rovîyek şîn bûyî, li hespek şîn siwar bûyî Ez, belkî do miribûn, belkî jî hefteya çûyî. Tu ji min re pir xweşik bûyî, pîyên te jî.